Rojnameya Ronahî

Tankên dewleta tirkî û çeteyên wê malên sivîlan dikin armanc

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî bi taybetî yên garantor dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê êrişên ser herêmê û sivîlan dijwartir dikin. Birîndarê bi navê Elî Ehmed EL-Îd jî got, tankên dewleta tirkî malên sivîlan dikirin amanc.  

 

Dewleta tirkî li ber çavê dewleta garantor komkujiyan dike

21 û 22ê Kanûnê dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê bi tank û topan êrişên xwe yên ser bajarokê Til Temir, Zirganê û gundewerê wan, dijwartir kirine. Di encama êrişan de Melka El-îd, Fesla EL-Îd, Salih Hemîd û Mihemed Iliyan şehîd bûn. Herwisa ji sivîlan û leşkerên Hikûmeta Şamê jî birîndar çêbûn. Hêjayê gotinê ye ku dewleta tirkî ya dagîrker, ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî û li ber çavê Rûsyaya garantora peymana 22yê Cotmeha 2019an êrişên xwe yên bejayî bi destê çeteyên bi navê Cebhet EL-Nusra û bi balafirinên bêmirov ji Şehba heta Kobanê, Til Temir û Qamişlo li ser sivîlan komkujiyan dike.

Elî Ehmed EL-Îd (45) ku dayîk û xwîşka wî (Fesla EL-Îd e, Melka EL-Îd) di êrişê de şehîd bûne û ew, hevjîn û sê zarokên xwe jî li gundê Rebîatê birîndar bûne, ji rojnameya me re axivî.

Ehmed diyar kir ku li gel malbata xwe li mala xwe bûn. Danê êvarê li ser Zirgan, Mihrmela û pişt re li ser gundê Rebî`at bi tank û tobên êrişê dest pê kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Çeteyên Tirkiyê ketober û bi dijwarî hawîrdor topbaran kirin û rasterast malên gundiyan dikirin amanc. Ji ber wê xweparastina gundiyan zehmet bû. Min dixwest hevjîn û zarokan bibim cem mala dêbavên xwe. Jixwe xwşîka min jî li cem wan bû. Dema em derketin hewşê topek li kêleka mala me ket û di encamê de ez, hevjîn û sê zarokên xwe birîndar bûn. Pişt re me hewl da ji gund derkevin. Wesaiteke tenduristiyê em gihandin nexweşxaneya Qamişlo.”

`Dayîk û xwîşka min bûn amanca topên dagîrkeran`

Elî di dewama axaftina xwe de wiha got: “Melka xwîşka min ya 30 salî û dayîka min Fesla ya 60 salî jiyana xwe ji dest dan. Min cenazeyên wan li pêşiya xwe dîtin û ez matmayî mam. Rasterast top avêtibûn wan, laşên wan şewitîbûn.

Derbarê birînan de jî Elî Ehmed ev agahî da: “Ez ji zik, pişt û lingên xwe birîndar bûm. Hevjîna min Roza jî ji çav û lingên xwe birîndar e. Keça min Cûdî jî ji dest û li lingên xwe birîndar e. Kurê min Ehmed jî ji lingên xwe birîndar e. Herwiha keça min ya mezin Cûrî ji zikê xwe birîndar e û parçeyeke tope nêzî kezeba wê bûye.