Rojnameya Ronahî

Mala Jin bi kar û xebata xwe ya salê bûye cihê çareseriyê

Darîn Silê/Qamişlo

Pirsgirêk û êşên ku bi jinan re derbas dibin rojane diçin Mala Jinê. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan Mala Jinê gelek kar û xebat dane meşandin û bi taybetî îsal di nava kar de gelek zehmetî jî kişandine. 

 

Destpêka şoreşa Rojava, bi armanca rizgariya jinê ji bendên koletiyê Mala Jinê hat vekirin. Giringî da mefê jinê û hewl da ku mafê wê ji kevneşopiyên civakê yên paşverû û hişmendiya nijadperest biparêze. Jixwe ji avakirina wê hete roja îro gelek doz û pirsgirêk bi rengekî asayî çareser kirine. Herwiha di avakirina têkiliyên civakî de jî rolek baş lîstiye û bûye bingehê avakirina civakeke demokratîk.

Di Mala Jinê beşa Rêveberiyê, Komîteya Lihevanînê û Arşîv hene. Herwiha Komîteya Lihevanînê ji sê jinan pêk tê, ku li ser pirsgirêkên jinê û malbatî yên ku tên ber destê wan disekinin. Di heman demê de ev jin di van dozan de zana û xwedîtecrûbe ne.

Rêvebera Mala Jinan ya bajarê Qamişlo Behiya Mûrad behsa kar û xebata Malê ya salê kir û wiha got: “Îsal ji aliyê kar ve zexteke pir giran li ser me hebû. Çimkî pirsgirêkên ku dihatin gelek jê pir zehemet bûn. Ji ber wê em di çareserkirina wan de pir diwestiyan. Gelek sedemên van pirsgirêkan hene, bi teybetî piştî nexweşiya Koronayê pirsgirêkên navbera jin û mêr, herwiha zarok û malbatê de zêde bûn. Pirsgirêkên ku berê ji me re dihatin zû dihatin çareserkirin, lê yên niha pir zehmet in û dereng tên çareserkirin. Jixwe awayê karê me wisa ye. Dema ku jin doza xwe radestî me dike, em her du milê dozê vedixwînin da ku agahiyan ji her du aliyan bigirin û pişt re yekbiyek bi her du kesan re hevdîtinê dikin, da ku pirsgirêk û gotinên wan piştrast bikin. Pişt re ji bo nîqşakirina pirsgirêkê her du milan bi hazirbûna Komîteya Lihevanîn tînin gel hev. Armanca me ew e ku pirsgirêk bi rengekî adil ji bo her du milan bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê pêwîst e yekser di çarçoveya erdîngariya xwe de serdana komînê bike, lê dema ku komîn nikaribe çareser bike doz bi mohra komînê radestî me tê kirin. Em ji milê xwe ve hewl didin, ku tevayiya pirsgirêkan bi razîbûna her du milan çareser bikin û mafê wan wekhev bidin.”

Behiya da zanîn ku ji her rengî pirsgirêk tên gel wan û axaftina xwe wiha domand: “Ji her alî û ji her cureyê jiyanê pirsgirêk tên gel me. Pirsgirêkên jin û mêr, yên malbatî, zewicandina temenê piçûk, revandina ji malê, xiyaneta zewacê, zewaca ser jinekê re, şideta li ser jinê û bêparbûna jinê ji mîrasê malbatê hene. Dema ku em pirsgirêkên jinan dibînin em pir pê diêşin. Çimkî gelek jin hene, heta niha nizanin ka mafê wan çi ye û wê çawa parastina vî mafî bikin.”

Perwerdekirina jin û civakê

Behiya Mûrad got, di vê salê de di nava kar û xebata xwe de me gelek perwede dan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştê herî girîng û pêwîst di jiyana mirov de perwerde ye, hem perwerdeya jinan hem ya civakê. Çimkî bi perwerdekirina civakê jin jî digihşje mafê xwe. Me li gelek akademî û saziyên rêxistinê, herwiha li nava tax û komînan perwerde dane. Dema ku em pirsgirêkekê çareser dikin, em wê dikin mijara perverdeyê. Ji bilî perwerdeyan me gelek pêngavên bi jinê ve girêdayî dane destpêkirin, bi taybetî pêngava têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê. Vê pêngavê heta heyvekê dewam kir û baş hat şopandin. Me Pêngava Parastina Zagonên Jinê jî pêk anî. Ev pêngav jî roleke baş lîst û çend xalên din li zagonê hatin zêdekirin.”

Jimara pirsgirêkan û çareseriyên wan

Behiya Mûrad jimara dozên îsal ji wan re hatîn û yên çareser kirîn anî ser ziman û got, dozên hatîn evin:

-Nakokiyên navbera jin û mêr: 757 doz. Yên hatîn çareserkirin 282.

-Nakokiyên malbatî: 127 doz. Yên hatîn çareserkirin 80.

-Nakokiyên Giştî: 141 doz. Yên hatîn çareserkirin 67.

-Mîras: 32 doz. Yên hatîn çareserkirin 10.

-Deyn: 17 doz. Yên hatîn çareserkirin 5.

– Zewaca ser jinekê re: 113 doz. Yên hatîn çareserkirin 25.

-Zewicandina zarokan: 72 doz. Yên hatîn çareserkirin 41.

-Xiyaneta li zewacî: 9 doz. Yên hatîn çareserkirin 2.

-Şidet û lêdan: 59 doz. Yên hatîn çareserkirin 19.

-Revandina ji malê: 51 doz. Yên hatîn çareserkirin 40.

Bi giştî dozên hatîn mala jinê 1603. Yên hatîn çareserkirin 634 in.

Rêvebera Mala Jin ya bajarê Qamişlo Behiya Mûrad di dawiya axaftina xwe de got, em bi hêvî ne di sala bê de tevayiya pirsgirêkên nehatîn çareserkirin çareser bibin û nakokiyên bi jinan re derbas dibin kêm bibin. Herwiha sala 2022’yan tundî û şideta li ser jinê jî bi dawî bibe. Wek Mala Jin heta em bikarin emê ji pirsgirêkan re cihê çareseriyê bin û mafê her kesî bidin.