Rojnameya Ronahî

Şêx û rûspiyên Til Temir herêmê êrişên dewleta tirkî şermezar kirin

Şêx û rûspiyên eşîrên bakur û rojhilatê Sûriyê li navçeya Til Temir êrişên dewleta tirkî yên li ser navçeya Til Temir û Zirganê şermezar kirin.

 

Bi dehan şêx û rûspiyên eşîreyên herêma Cizîrê, oldar û şêniyên Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê li nêzî baregeha Rûsyayê ya li bakurê navçeya Til Temirê kom bûn û der barê êrişên li ser her du navçeyan daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîra Omera Mihemed Tahir ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye: “Ji Koalisyona Navneteweyî, Rûsya, Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê, rêxistinên mirovî û hiqûqî re em dibêjin ku bi navê şêx û rûspiyên eşîrên herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên wê sûcên bêyî dermirovî şermezar dikin.

Tevî hebûna peymanên agirbestê, ev êriş zilm, dagirkerî û teror e .

Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku di encama êrişên artêşa Tirk de şehîd bûne dixwazin. Dewleta Tirk bi van êrişan armanc dike tirsê bixe dilê şêniyan.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dev ji xaka xwe bernadin û bi hemû hêza xwe dê parastina herêmên xwe bikin.

Em bang li civaka navneteweyî û hêzên garantor dikin ku êrişan û rijandina xwîna şêniyên herêmê rawestînin. Her wiha hemû herêmên ku bûne çavkaniyan terorîstan li şêniyên wê vegerînin.”

ANHA