Rojnameya Ronahî

‘Em bi biryardariya têkbirina dijmin li Kurdistanê dest bi sala 2022’yan dikin’

Navenda Nûçeyan

Çewlik diyar kir ku li ser bingehê serketinê, ew bi biryardariya têkbirina dijmin dest bi sala 2022’yan dikin.

 

Fermandara YJA Starê Zozan Çewlik teqez kir ku sala 2021’ê gerîlatiya modernîteya demokratîk hatiye ceribandin, hêlên xwe yên qels hatine tesbîtkirin, hêlên xurt jî hatine kûrkirin û wiha dewamî da gotinên xwe: ”Ev doktrîna şer ku em weke gerîlatiya modernîteya demokratîk jî bi nav dikin, wê ji bo hemû gelan, jinan û hêzên dijî pergalê bibe perspektîfa sereke.”

Beşa duyan ya hevpeyvîna bi Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê ya bi ajansa ANFê re kirî bîlançoya salê ya YJA Starê hat diyarkirin û ji bo sala nû banga têkoşîna azadiyê li hemû gel û jinên cîhanê yên li dijî dagîrkerî û deshelatê kir.

Çewlik bîlançoya salê wiha diyar kir:

* Îsal 114 hevalên jin şehîd bûn.
* 5 gerîlayên jin dîl hatin girtin.
* Hêzên me yên YJA Starê 116 çalakî li dar xistin.
* 25 çalakiyên sabotajê,
* 22 çalakiyên sekvaniyê,
* 24 çalakiyên bi çekên giran,
* 13 çalakiyên bi çekên taybet,
* 2 çalakiyên avêtina ser dijmin
* Çalakiyeke êrişê
* Çalakiyeke kemîndanînê
* Yên din jî çalakiyên bi termal, çekên nîv otomatîk û ferdî hatin kirin.
Di encama van çalakiyan de ev ziyan li dijmin hate kirin;
* 136 leşkerên dijmin hatin kuştin.
* Kontrayek û 2 cerdevan hatin cezakirin.
* 38 leşker birîndar bûn.
* 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hatin îmhakirin.
* Wesayiteke bi tîpa Amorog, wesayiteke bi tîpa Transît, wesayitek bi tîpa Reo, Qemyonek hatin îmhakirin.
* Derb li 5 helîkopterên êrişê hate xistin.
* Çekek A4, 17 çeper, stasyoneke bazê, mobesseyek, droneyek, kepçeyek hatin îmhakirin.

Çewlik wiha banga têkoşîna azadiyê li gel û jinên cîhanê yên azadixwa kir: “Bawer im ku sala nû ji bo gelan û jinan bibe sala azadiyê, banga min li hêzên li dijî sîstema deshilatdar têdikoşin dikin, ewe ku têkoşîna xwe hevpar bikin. Bêguman a ku salê nû dike, rêbaza me ya fikrî, nêrîna me ya li salê, wate û nirxên ku em didin salê ye. Têkildarî sala derbasbûyî li gel pirsgirêkên ku me çareser kirine, her wiha hin rastî hene ku me nekarî çareser bikin û ji sala 2022’an re hiştine. Rastiyeke ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin ku di sala 2021’ê de hêzên me bi rengekî mezin li ber xwe dan. Lê belê vê berxwedanê, metirsiya li ser Rêbertî û Tevgera me bi temamî beralî nekiriye.

Ji bo serketinê divê berxwedan tenê ji aliyekî ve neyê meşandin; divê li qadên siyasî, civakî, dîplomasî, çand û çapemeniyê jî Şerê Gel ê Şoreşgerî rojeva yekane be. Şerê gel ê Şoreşgerî ne şerekî welê ye ku tenê ji aliyê gerîla ve bê meşandin. Di nava salê de me nîqaşên li ser vê yekê gelekî kir û ji hin aliyan ve jî be hate çareserkirin. Beriya her tiştî ev êriş, êrişên îdeolojîk in. Wê demê têkoşîna me ya li dijî vê yekê, divê bi giranî bi îdeolojîk û rêbazên dewlemend be. Em ne di pêvajoyeke welê de ne ku ji rêzê nêzîk bibin. Ji ber vê yekê bi hêz, baweriya ji destketiyên têkoşîna me divê em bi îdîa dest bi saleke nû bikin.

Divê gelên Tirkiyeyî, gel û jinên cîhanê jî tevlî têkoşînê bibin

Beriya her tiştî rewşa Rêberê me hînê cidî ye. Di çarçorveya azadiya Rêberê me de pêkanîna çalakiyan wezîfeya sereke ya pêvajoyê ye. Di vê mijarê de ne tenê gelê Kurd an jî jinên Kurd, divê gelên Tirkiyeyî, gel û jinên cîhanê tevlî têkoşînê bibin. Divê polîtîkayên dejenerekirinê yên desthilatdariyê bi xurtî werin teşhîrkirin. Bi taybetî rêxistiniyên me yên bingehîn xwe li dora rojevên sereke bi rêxistin bikin, çalakiyan bikin. Şer, bêkarî, xizanî, fûhûş, sîxurkirin, polîtîkayên narkotîkê di dem û cih de teşhîr bikin û nêzîkatiyên alternatîf bi lezgînî pêk bînin. Divê em teqez destûrê nedin van polîtîkayan ên ku înkar û bênasnametiyê kûr dike û hewl dide nirxên me parçe bike, qirêj bike. Li gel vê yekê li dijî polîtîkayên faşîzmê divê ewlehiya gelê me û jinên me teqez bê misogerkirin. Di vê mijarê de hişyariyên cidî yên Rêberê me hene. Lewma gelekî girîng e ku li gel afirandina hişmendiya xweparastinê, amûrên vê yekê jî bên avakirin û birêxistinkirin. Jin û gel divê li her qada jiyanê bêne birêxistinkirin. Divê wezîfeyên me yên sala 2021’ê nîvco man bêne temamkirin û em berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Di serî de faşîzma AKP-MHP’ê divê em hêzên mêtinger faşîst hemûyan bi rengekî dîrokî têk bibin.
Em bi biryardariya têkbirina dijmin li Kurdistanê dest bi sala 2022’yan dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê serketin ya gerîlayên azadiyê, jin û gelên berxwedêr be.”

Çavkanî ANF