Rojnameya Ronahî

ÇANDA SIYASÎ..PÊWISTÎ ÇI YE?

GULAL KASANÎ

 

Nivîskar û rojnemevanê Amerîkî Donald j. Devine dibêje, “Çanda siyasî ne peykerkirina çanda civakê ye, aliyê siyasî ji civakê ye”.

Wekî ku tê zanîn, zarava çanda siyasî zaravayeke nûjen e, ta rêjeyekê; ji ber ku di nîvê çerxa bîstan de, cihê xwe di zanyariya civakî de girtiye.

Erê rast e, zanyarê felsefeyê Georg Wilhelm Friedrich Hegel wiha dibêje: “Siyaset di 3`ê qonxan re derbas dibe; ji Malbatê (Hoz yan Êl) ta ku digihîje civaka sivîl û ta digigîje xwehremendiyê (Dewlet), lê, Hegel bi taybetî li ser çanda siyasî, ti xwendin nenivîsandine yan jî vekolîn nekirine; tenê dibêje, civaka rojhilatî mêldara zordestiyê ye.

Eger em li gorî pîvanên diyalektîkî ya Hegel ya li ser bingehê ku dibêje, “Hizir û raman her tiştî kontrol dikin, tê wê wateyê ku pêwîst e, ti gel di binê nîrê zordestiyê de namînin. Dêmekî xuya dike ka çanda siyasî çi ye?

Gelo raman û hizir in, bîrdozî ye yan jî tenê kelepor e.

Têgeha siyasî bûye ji wan pêwîstiyên herî girîng, di zaniyariya civakî de, ew e yek ji wan hêmanên herî bingehîn bo jihevwejrandina rewşa civakê; di çarçoveya xwe ya di bin bandora nîr û kewdanên aborî, siyasî û civakî de ye.

Ew rewşa ne saxlem e, çi ji aliyê siasî ve be û çi jî ji aliyê aborî ve be, bandoreke yekser li çanda siyasî jî dike, dibe sedem ku çanda siyasî, ne aram bimîne, rewşeke lihevketî çêbe. Ji encama tevliheviyekê dikeve navbera rast û nerastiyê. Mirov nema êdî tehliyê û şîrîniyê ji hev cuda bike. Dêmek pêwîst e ku tevgera siyasî di aliyê naskirina têgeh û karedarên çanda siyasî de û bi çi awayî ava dibe û di dawî de, civakê zana bike; dê jixwe ve gel tevlî rewşa siyasî bibe û xwe bibîne berpirsiyar bo pêşxistina civakê û avakirina jiyaneke jîndar û hevbeş.

Rewêla siyasî cureyeke ji şêwazên civakî ye. Lê desthilat, hikûmat, partî û saziyên sivîl her yek ji aliyê xwe ve raman û hizrên çanda siyasî li civakê belav dike. Desthilat ji aliyê xwe ve çanda desthiladariya xwe belav dike û dixwaze civakê bigihîne wê baweriyê ku ew e ya ji bo civakê dike. Çi ji aliyê pêkanîna mafan ji aliyê parastina sînorê welat û çi ji aliyê pêşkêşkirina xizmetgûzariyan..TD

Partiyên siyasî jî ji aliyê xwe ve çanda partîtiya xwe li gorî îdeolojiya li ser pêkan e, di nava gel de belav dike. Herwisa civaka sivîl jî …TD

Li gorî van pîvanan wê rewşa çanda kurdî çi be? Hêmanên herî serke ev in: Bîr û baweriya Kurdan ji bo neteweya xwe; kêşeya kurdî bûye pirsgirêka van her çar welatên hawîrdor, mafê çarenûsê ji mafê gelê Kurd e, çareya kêşeya kurdî girêdayî bi rewşa demokrasiya van welatan e. Pêkvejiyan pêwîst e bi pêkhateyên wan welatan ve, lê li vir pirs tê kirin gelo pirbûna partiyan wê çi çanda siyasî biafirîne?

Pirbûna yekîtiyên nivîskaran, wê çi çanda siyasî di nava gel de belav bike. Dema ku endamên wan yekîtiyan bi qeyd û bendên rêwala partîtiyê ve, dîl bin?