Rojnameya Ronahî

Yekîtiya Bijîşkan konferansek li dar xist

Yekîtiya Bijîşkan ya Herêma Cizîrê şaxê Hesekê bi armanca amadekariyên kongreya xwe ya 2yan, konferansek li dar xist.

 

Yekîtiya Bijîşkan ya Herêma Cizîrê şaxê Hesekê konferansa xwe ya 4an li dar xist da ku kar û barên yekitiyê nîqaş bikin û hevserok û endamên Hesekê hilbijarin, her wiha amadekariya lidarxistina kongreya 2`yan bikin.

Konferans li hola Tevgera Civaka Demokratîk a li taxa Til Hecer hate lidarxistin. Bi dehan bijîşk, hevserokê Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê Dr. Ehmed Yusif, gerînendeyê darayî yê Yekitiya Bijîşkan û Dermanxaneyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rojhat Laser, hevserokê Yekitiya Bijîşkan Şaxê Hesekê Ebdulbasit Xenafir û hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a Herêma Hesekê Ferhan Dawûd tev li konferansê bûn.

Gerînendeyê Yekitiya Bijîşkan û Dermanxaneyan Rojhat Laser lidarxistina konferansê pîroz kir. Laser bang li tevahiya bijîşkan kir ku ji bo xizmeta gelê xwe hemû astengiyan derbas bikin, bi erka xwe rabin.

Dûre beşdaran dest bi nîqaşan kir û tê de îşaret bi projeyên nû kirin, ji wan li Hesekê klînîkên tibî werin vekirin û yekkirina heqdestên doktoran çêbe.

Konferansa 4`an bi hilbijartina hevserokên Yekitiya Bijîşkan a şaxê Hesekê bi dawî bû ku Dr. Şehnaz Sebrî û Dr. Şêrzad Emîn hatin hilbijartin.

Piştî konferansê Dr. Yusif Ehmed ji ajansa me re axivî û got armanca lidarxistina vê konferansê, amadekariya kongreya 2`yemîn a yekitiyê ye ku tê payîn 2022`yan li dar bikeve.

Li gorî hevserokê yekitiyê, hejmara endamên Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê 680 e.

ANHA