Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

GELO BI TECRÎDÊ DIXWEZIN ÇI BIKIN?

22/12/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şingal, dijminiya Kurdan û hevkariya bi dijmin re
Share on FacebookShare on Twitter

Rûstem Başûr

 

Pergala Îmraliyê, pirgaleke wisa ye ku mirov nikare bi hesanî di bin şertên wê de li ber xwe bide û jiyana xwe bidomîne. Lê Rêber APO wîsa kiriya ku navenda Îmraliyê bibe, navenda zanistî û felsefeya jiyana azad.

Bêguman eger mirov li gera dîrokê binêre ji destpêka şaristaniyê heyanî şaristaniya Kapîtalîst, di serdema hişmendiya destlhilatdariyê de Komplo wekî amûrekî bi pêşdebirina desthilatiya xwe hatiya bikaranîn. Cara yekê komplo ji hêla kesên serdest yên modernîta Kapîtalîst bi rê ve dibin hatiya dîtin, ku ji bona bi awayekî baş bikaribin pergala xwe bixin di bin misogeriyê de. Tevî ku di dîrokê de gelek caran em rast tên, mirovên ku li hemberî vê pergalê serê xwe hildane, yan jî ji bona azadî û wek heviyê li ber xwe didin bi riya Komplo hatine girtin û bêdengkirin. Bi heman wextî rê li ber lêgerîna azadîyê jî girtine. Armanca kesên serdest, mitînger ew e ku civakan ji nirxên wê yên kevneşop biyanî bikin, û xwe li ser havîzeya gelan bi vî rêbazî dagir bikin.

Di dîroka mirovahiyê de gelê ku zêde li beramberî komployan re rû bi rû hatiya hiştin gelê Kurd e. Di van demên ku komplo li dijî Kurdan çêdibûn, her demî Kurdan fatoreya giran di oxira hebûna xwe de daye, ku bi rûmet jiyan bike.

Vê carê jî dîrok xwe bi heman rengî dubare kir, ku li hemberî Rêber APO pêk anîn. Ji ber ku Rêber APO di pêkanîna nasnameya civakekî ahlaqî yê  girêdayî nirxên azadî, wekhevî, Adalet û komînal e, ango Rêber APO di civaka kurd de zanistiyekî nû ya azadiyê daye qezenc kirin. Li ser vî bingihî jî di bin pêşengtiya Rêbertiyê de tevgera Azadiyê, tunebûna gelê kurd a ku ber bi qirkirinê ve diçû hate sekinandin, û gelêk kurd li Rojhilata Navîn û ji bo tevahî gelên Azadî xwaz pêşengtiya tekoşînê kir.

Bêguman Ev bû 23 sal in ku Rêber APO li beramberî sîstema kapîtalîzmê tekoşînekî bê hempa dide meşandin. Ya rast  têkoşîneke bêtirî 50 salî ye li dijî vê pergala kapîtalîzmê dide. Lewma hem hêzên serdest û hem jî mîjokê wê dewleta Tirk rê nade bi Rêber Apo  re hevdîtin pêk were. Ji ber ku dizanin ger hevdîtin çêbibe, bandora Rêber Apo wê li  Rojhilata Navîn û giştî Kurdistanê ji bo çareseriya netewa demokratîk hîn bi leztir bibe bersiv. Ji ber vê yekê ye fikirên Serokatî li pêşiya berjewendiyên xwe asteg dibînin ku nahêlin hevdîtin pêk were. Rêber APO dabû diyarkirin: “dewlet rê nade yek gotinên min derkeve dervî girevê.” Yanî meriv dikare texmîn bike ku şerê herî dijwar li gireva îmraliyê tê meşandin.

Hemû armanca dewleta Tirk, ku di navê de hêzên Kapîtalîst ew e fikirên Rêber APO çarmîx bikin, û Ramanên wî tine bikin. Lê rastiyekî domdare ku Rêber APO hizirên xwe gihandiya astekî jorê, ku modernîteya Kapîtalîst xistiya nava çembera xwe de.

Ev komploya ku bi destên hêzên navnetewî ve hate pêkanîn, bi awayekî rast dişibe efsaneya pirametos. Çawe ku pirametos ji bona Azadiya mirovahiyê, ji xwedayan agir dizî û cigera wî bi qertalan dane xwarin. Îro jî li girava îmraliyê heman, tiştî pêk tînin û wekî bûyerekî rewa  ku  her çar diqewime dihesibînin.

Di vê dema derbas bûyî de pilanên dewleta tirkî ku li ser Rêber APO dide pêkanîn, pîwîst e her kes helwesta xwe ya dîrokî li hemberî van planan bîne cî, ku wan êrîşan li ser xwe bihesibîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.