Niştecihên hinek taxên Qamişlo ji kêmbûna avê gazincan dikin. Rêveberiya Komîteya Ava Vexwarinê ya Herêma Cizîrê jî diyar kir ku ji ber kesên bi qaçaxî avê dibin, nebûna ceyranê, polîtîkayên dewleta tirk a dagirker û xerckirina zêde ya avê ji aliyê welatiyan ve çareserkirina pirsgirêkê zehmet dibe.
Yek ji pirsgirêkên girîng ên bajarê Qamişlo jî kêmbûna avê ye. Bi taybet li hinek taxên wekî taxa Cûdî (Qanat Swês), Hilko û Cirnikê av kêm e yan jî hin caran nîn e. Kêmbûna avê jiyanê zehmet dike.
Ava Qamişlo ji 3 navendan tê, yek ji stasyona avê ya Sefan a Dêrikê, ya din ji stasyona Hilêliyê û stasyona Hewacê tê. Di heman demê de ji 12 bîrên li herêma rojhilatê Qamişlo û bîrên derdorê Çemê Çeqçeq jî av tê navenda Qamişlo. Li gel ku ji 3 stasyonan av tê Qamişloyê jî pirsgirêka avê derketiye.
Şêniyê taxa Cirnikê yê bi navê Dilgeş Xelîl pirsgirêkên avê yên taxa xwe anîn ziman. Xelîl diyar kir ku sedema nebûna avê li taxa wan kêmbûna ceyranê ye û wiha axivî: “Taxa me avê ji bîrê digire. Carinan 24 saetan saetek yan jî 2 saetan ceyran tê. Wê saetê jî carinan nîvê şevê tê. Gel bê av dimîne. Rast e ceyrana jenetoran heye, lê ceyrana jenetoran têra derxistina avê nake.”
Jina bi navê Emîna Remezan a ku li taxa Cûdî rûdinê diyar kir ku av li Qanat Swês kêm e. Emîna destnîşan kir ku 3 rojan av tê, 4 rojan nayê û wiha got: “Dema av tê jî ceyran tune ye. Ji bo wê jî em nikarin avê bigirin.”
Yek ji taxên ku pirsgirêka avê lê heye taxa Hilko ya girêdayî Kornîş e. Ji ber pirsgirêka xetên qaçax ên avê av qut bûbû û 15 rojan av nediçû ji gelê taxê re. Ji beriya çend rojan Mala Gel a Xerbî, Komîna Şehîd Lewend û rêveberiya ava vexwarinê li ser mijarê rawestan û ev 3 roj e av diçe taxê.
Berpirsyarê Komîteya Ava Vexwarinê ya Herêma Cizîrê Kawa Ebdo der heqê pirsgirêk û çareseriya ava vexwarinê ya bajarê Qamişloyê de diyar kir ku piştî ku şer li herêmê çêbû, wek hemû tiştî xetên avê, stasyon û sed jî xira bûn. Heta niha tişta ku dikeve ser milê me, me çareser kiriye. Kawa da zanîn ku yek ji pirsgirêkên mezin ku dibe sedema nebûna avê pirsgirêka ceyranê ye.”
Kawa bal kişand ser bandora polîtîkayên dewleta tirk a dagirker û wiha pê de çû: “Ji sedan 70 pirsgirêkên me ya avê ji ber polîtîkayên dewleta tirk e. Dewleta tirk çemê Sefan ê ku herêma Cizîrê jê av digirt qut kiriye, dîsa ji Dêrik bi hezaran bîr kolane, ev jî bû sedema gelek kanî û çemên herêmê. Di heman demê de çemê Çeqçeq jî kiriye kanalîzasyon û em nikarin avê ji wir bigirin.”
Kawa destnîşan kir ku li herêmê av bi rêk û pêk nayê xerckirin û got: “Em hêvî dikin, dema av tê bila gel pir bi hişyarî avê xerc bike. Ji bo taxên cîranên wan bê av nemînin. Divê gel jî alîkariya me bike.”






