Dilyar Cizîrî
Malbatên şehîdan ev nêzî 3 mean e li deriyê Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyên 2 gêrîlayên ji Rojava yên li Xelîfana Başûrê Kurdistanê di kemîna hêzên PDK’ê de hatin şehîdkirin, çalakî lidar xistine. Ev nêzî sê mehan e rayedarên PDK’ê bersiva çalakvanan nade û çalakvanan ji ne dîtî ve hesab dike.
Ji ber daxwazên mafdar ên malbatan, çalakiya wan di raya giştî ya Kurdistanê de bandor kir. Rayedarên PDK’ê ji vê yekê tengav bûn, ji lewra bi hinceta çalakiya ciwanên şoreşger bêyî tu agahiyan bidin, deriyê Sêmalka ji aliyê xwe ve di riwê bi sedan nexweşên Rojava û kesên xwedî pêwîst girtin. Di vir tenê de sînordar nema, deriyê El-Welîd ku 35 kîlometreyan dûrî Sêmalkiya û ji bo bazirganiyê dihate bikaranîn jî girtin.
Bi vê jî riyên mirovî û bazirganiyê li ser parçeyê biçûk ê Kurdistanê girtin. Wer xuyaye Rayedarên PDK’ê jibîr kirin salên 1991’an çawa xelkên Rojava (herêma niha xistine çemberê) di şert û mercên herî zehmet ên desthiladariya Baas de, alîkarî berhev dikirin û dişandin Başûr, di heman demê de bi sedan malbat pêşwazî kirin.
Girtina dergehên Fîşxabûr û Elwelîd ne tesadife û ne ji ber çalakiya ciwanên Şoreşger e. Heger em rewşa herêmê hinekî analîz bikin, wê ev baş diyar bibe, ev demeke hikûmeta Şamê riyên di navbera xwe û herêmên Rêveberiya Xwerser asê kirine. Li aliyê din jî tekoşîna QSD’ê ya li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê wekî şerê li dijî sivîlan nîşan dide. Her wiha êrîşên DAIŞ’ê digre ser xwe, di ragîhandinên xwe de dike ku ew êrîş bi destê “Berxwedana Gel” pêk hatiye. Teqîna motorsklêtê li Hesekê herî dawî û bûyerên li Dêrazorê vê rastiyê nîşan dide.
Di heman demê de dewleta Tirk ku vê carê nikarînnû OK’ê ji bo êrîşeke nû ji Amerîkka û Rûsiya bi dest bixe, berê sînorê xwe yê dirêj li dijî Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar tîne. Yenî girtina sînor ji aliyê PDK’ê ve ne tiştekî ji rêzê ye, lê belê beşek ji plana dewleta Tirk û hikûmeta Şamê ya dijberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Hikûmeta Erdogan û Hikûmeta Şamê ev demek dirêj e, nikarin planên xwe li dijî herêmê pêk bîn in, ji lewma niha PDK’ê beşê mezin ji vê erkê girtiye. Tişta van rastiyan isbat dike jî, mijar ne tenê girtina deriye.
Mane dewleta Tirk li Efrînê bi sedhezaran kurdên resen dane koçberkirin û li şûna wan 400 hezar malbatên çeteyên xwe li wir bi cih kirine. Mane rojane agahiyên revandin, kuştin, talan, wêranî û qutkirina zeytûnan ji Efrînê tên؟. Di demeke wiha de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî pêwîstiya nûnerên “Meclîsa Xwecihî ya Efrînê” ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakkirin, dike. PDK’ê bi vê hevdîtinê dixwaze meclîsa dagirkeran bide naskirin û hewl dide dagirkeriya Efrînê rewa bike. Ji xwe ev serdan yekser bi fermana dewleta Tirk pêk hatiye.
Girtina SÊMALKA di çarçoveya heman pîlana dewleta Tirk de pêk hatiye. Ew konsebta hevbeş a hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê ye. Bûyera li Dirbêsiyê ya şewata buroya ENKS’ê û teqîna li Hesekê û êrîşên li ser Zirgan, Til Temir û Ên Îsa yê ji xalên din ên heman pîlanên ne.
Dixwazin bi van kirinên xwe xelkên herêmê bînin dijî Rêveberiya Xwerser û di hindir de pirsgirêkan derxin. Lê bela baş bizanin, gelê Rojava fêr bûye, xwe li gorî hemû şert û mercan dîzayîn kiriye. Wê bi hêsanî berxwedana xwe bidomîne û pîlanên hevbeş ên Erdogan, Barzanî û Beşar El-Esed bêbandor bike.






