Zekî Bedran
Erdoganê faşîst Tirkiye xist rewşeke pir xirab. Şerê li dijî Kurdan didomîne bû sedem ku welet bikeve krîza aboriyeke giran. Erdogan her tişt xist destê xwe û bingehê dîktatoriyeke faşîst danî. Hikumeta faşîst ne ji bo gelê xwe tenê, bû belaya serê dinyayê jî. Digel ku bîst sal in desthilat e bi kursî ve zeliqiye.
Dinyayê tevê destê xwe ji DAIŞ, El Nusra û bermayiyên wan kişand. Lê Erdogan ev hêzên çekdar ku bi dehhezaran in xistine binê parastina xwe. Ji Libya heta Azerbeycanê ev hêz ji bo şer şandine gelek deverên dinyayê. Ewropa jî di navê de dinyayê bi koçberan û terorê tehdîd dike. Bi standina S 400 ji Rûsya têkiliya bi NATO û Amerîka re ne xweş kirin. Ixwanî xistin bin perê xwe û welatên Rojhilata Navî û weletên erebî tehdîd kirin. Bi spîkirina pereyên reş û trafîka tiryakê li cîhanê teşhîr bû. Dinyayê tevê jê daye stû. Niha jî Tirkiye xistiye nava xizaniyeke giran û krîza aboriyê. Li dinyayê û li herêmê her kes dixwaze ji Erdogan rizgar bibe. Di hilbijartineke bê kirin de şansê wî yê serketinê jî nemaye. Lê ji ber ku dizî û sûcên kirîn mezin in xwe bi kursiyê desthilatiyê ve zeliqandiye û naxwaze dev jê berde.
Li Tirkiyê mûarede her ku diçe xurttir dibe. Gelê Kurd bi giranî li hemberî vê desthilata faşîst e. Erdogan hatiye rewşeke wisa ku bi hemleyekê serûbin bibe. Lê hêzên weke Amerîka û Ewropa hê dixebitin ku Erdogan rizgar bikin û temenê wî dirêj bikin. Wiha dihizirin: Ji bo ku Erdogan pirtir nebe bela, zererê nede em nikarin di rûyê Erdogan de Tirkiyê ji çavê xwe derxin. Dibe ku wateyek vê hebe lêbelê pirsgirêk ji zû ve ji van mijaran derbas bûye. Parastina kesekî ku li hundir û derve nayê xwestin û bela û pirsgirêkan diafirîne herêmê û dinyaê ji rewşa ewleyî derdixe.
Her kes dibîne ku Erdogan niha li qaşilê zebeş vedigere û stûyê xwe li ber dewletên erebî xwar dike. Lê sedemek nîne ku dewletên erebî têkiliyên xwe bi vî faşîstî re baş bikin. Yên di zorê de ne Ereb in. Yê dixwaze têkiliya xwe bi Misir, Îmaratên Erebî û Siûdiyan re xweş bke Erdogan e. Dixwaze navbera xwe û Israîl jî xweş bike. Çend dolarên ji Ereban werin wê ji bo wî bibe ava heyatê. Li hundir rewşa aborî xirab e. Baş e ji bo çi nûnerên Îmaratê diçin Enqere. Soza deh milyar dolarî didin. Pêwîstiya Îmaratê bi tişteke wisa nîne. Niha nûçe tên ku dixwaze bi navcîtiya Qeterê navbera xwe û Siûdiyan xweş bike.
Îmarat û Siûdî dizanin ku bê Amerîka nikarin gaveke wisa biavêjin. Baş e çima Amerîka dixebite ku temenê Erdogan dirêj bike? Yewnanistana endama NATO jî di binê gefa Tirkiyê de ye. Ji bo pêşîgirtina vê Amerîka neçar ma hêzên xwe li Yewnanistanê bi cî bike. Di gel van tevan Amerîka hêviya çi ji Erdogan dike? J. Biden ji Tirkiyê nerihet e ku venexwend civîna demokrasiyê. Me berî niha jî gotibû bi taybetî ji ber rola xirab ya ku li Sûriyê dilîze divê Amerîka û Rûsya piştgiriya Tirkiyê nekin. Dewleta tirkî her roj gefan li gelên Rojava û Sûriyê dixwe. Di rewşekê de ku her kes dixwaze şer biqede, Erdogan amadekariya komkujî û dagîkeriyeke nû dike. Me gotibû Erdoganê ku li hundir û derve hêza xwe winda kiriye û sûcên wî diyar bûne, li şûna ku hûn wî rizgar bikin û temenê wî dirêj bikin hûn jî pehînekê lê bixin da gelên herêmê bîna xwe bistînin. Ne dirêjkirina temenê Erdogan qewitandina wî di berjewendiya her kesî de ye.
Wêraniyeke mezin hat serê gelên Sûriyê. Niha jî ketine nava xizan û pirsgirêkên aborî yên pir giran. Tirkiye Rûsya û Amerîka bi kar tîne û dixebite ji xirabiyên xwe re zemîn çêke. Bi alîkariya Rûsya û Amerîka li Efrîn û Serê Kaniyê yên dagîr kirîn qirkirina neteweyî dike. Çeteyên xwe yên çekdar berdan ser serê gel. Li wan herêman talan, destdirêjî û işkence bûne parçeyên jiyana rojane. Amerîka û Rûsya van baş dizanin lê ji bo berjewendiyên xwe dengê xwe nakin. Her kes mereq dike ka ji bo çi Amerîka dixwaze dîktarokerekî wiha xwînrêj li ser piyan bigire. Sûcdarekî evqas lewaz bûyî ne rizgarkirin, dema qewitandina wî bi pehînekê ye. Heta ku hêzên weke Amerîka destekê bidinê wî Erdogan li ber xwe bide û xirabiyên xwe bidomîne.






