Ahmet Aktaş
Di nava Kurdan de ev her du peyv gelek watedar in. Li xweseriyê pirtir peyva azadî tê bikaranîn. Li hinek herêman xwelîserî jî bi devokî herêmî cuda tê gotin, mînak li Cizîra Botan dibêjin xolîser!
Di vê serdema me ya niha de, mirov dikare wateya van gotinan hîn berfirehtir bike. Ji ber ku êdî kesayetek tê afirandin; li ser birûbawerî, bîrdozî û siyaseta rêberiyên partiyan, dewletan û gelan kes tên perwerdekirin û tevgerkirin.
Kurt cewherî kesayateya niha li Kurdistanê heye, gelo kesayetiyek xweser û azad e an xwesparê hêzen derve û xwelîser e?
Mirov dikare vê mijarê hîn jî dirêj şîrove bike. Lê ka êdî em werin yekser bala xwe bidin kesayetiya nuha li Kurdistanê heye û em bibînin gelo çawa rêberiyê ji gel re dikîn?
Du rêveberiyên sereke û bi vêna ve girêdayî du kesayetiyên sereke hene li Kurdistanê. Yek PDK’a-rêveberiya Hewlêrê ye, ya din jî PKK’a Kurdistanî-gerdûnî ye.
PDK, ji despêka damezrandina xwe ve li ser bawerî û kesayetiyek pişta xwe spartiye dewletan meşiyaye û her vê meşa xwe dewam dike. Sosreta mezintir jî, li gel her çar dewletên dagirker têkiliyên li ser xizmetê ji siyaseta wan re bike daniye; Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye,
PKK, hema bi kurtayî berovajî PDK’ê, li ser baweriya xweser û azad hatiye damezrandin, baweriya xwe bi xwe û hêza gelê xwe aniye û heta roja îro meşiyaye. Bêgûman li ser vê bîrûbaweriyê kesayetiyek xwedî îradeyek ji pola afirandiye. Lewma karibû li dijî ewqas êrîşên kevneperestiya cîhanî xwe ragire û têkneçe.
PDK, berê wan têkileyên xwelîserî, li gel dewletên dagirker hinekî vaşartî dida meşandin. Lê êdî aşkere, him bi çekdarî li gel wan e him bi gotin weke wan diaxive.
Çapemeniya-TV’yên wan, ji TRT’ya tirka dujmintir, weşana taybetî li dijî Tevgêra Azadiyê dikin.
Li Başûr û Rojava, xizmeta ku ew pêşkêşî dewleta tirka dike, dewleta tirka nikare ewqas xizmetê ji xwe re bike. Bi navên ENKS û Peşmergên R.û hwd, him bi gotin him bi kirin, ketine pêş hêzên dagirkerên tirkan û êrîşî Tevgêra Azadiyê dikin.
Bi giranî nuha êrîşên xwe li ser Rêveberiya Xweser a Rojava dijwartir û zêdetir kirine. Bi tenê deriyê Sêmalka mabû ew jî girtin. Deriyê Babilhewa maye ku ew jî di destê dewleta tirka de ye. Durûtiya navdewletî jî, bi navê alikariyê bi giştî xwedêgiravî ji gelê Suriyeyê re dikin, lê alîkariyê yekser didin dewleta tirka.
Ya ku mirovan gelek dilgiran dike; yek gotinekê li dijî dagirkeriya dewleta tirka ya li Rojava nabêjin, berovajî, guneh hemû dixe stukura Rêveberiya Xweser. Bi vêna jî ranawestin, di TV’yên xwe de her roj koçberên Efrînê vexwendî Efrînê dikin. Her wiha bê şerm nûçeyên “çend kes ji Efrîne hatin revandin û hwd.” jî diweşînin!
Yek jî TV’yên wan her roj dibêjin “çend zarok hatine revendin”, mîna dayikên ku AKP’ê li Amedê komkirine, nizanim “çendin milet nerihet bûye ji ber kiryar û kêmasiyên Rêveberiya Xweser”! Weke ku ti karê wan ji bilî dujminatiya Rêveberiya xweser nîne. Jixwe AKP’ê ev kar daye ser milê wan!
Mirov vê kesayeta ewqas xwelîser a ketiye erdê dibîne, gelek dilêş dibe. Dîsa hinek kom bi navên Efrînê li Ewrûpayê çêkirine û dikişînin Hewlêrê. Di tv’yên xwe de, xwedêgiravî hatine ji Mesûd Berzanî rica bikin, da ku ji dewleta tirka bixwaze, “bila wan çeteyên wan gelê Efrînê pir ne êşîne” û hwd!
Nizanim gotina XWELÎSER têra wan dike an na?!
Dîsa jî em, wan vexwendî XWESERIYÊ bikin!






