Bi hezaran mamosteyên Dêrazorê tev li dewreyên perwerdeyê dibin, ji bo ku li ser materyalên nû û pergala nû ya perwerdeyê pisporiya wan çêbe.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ji 4 hezar û 668 mamosteyan re li Dêrazorê bi armanca pêşxistina asta mamosteyan dewreyên nû dan destpêkirin.
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Dêrazorê ya Sivîl Kemal diyar kir ku ev qurs bi armanca pêşxistina asta mamosteyan dane destpêkirin.
Mûsa da zanîn ku perwerdeyê ji 20`ê Hezîranê ve dest pê kiriye û hetanî 20’ê Tebaxê wê berdewam bike. Her wiha Mûsa diyar kir ku li rojhilatê Dêrazorê derdora 18 peymangeh hene…ANHA






