Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif diyar kir ku bêyî hêzên bakurê Sûriyê destûreke demokratîk nikare bê ava kirin. Akîf destnîşan kir ku ew bi danûstandinên li ser bingeha çareseriyê ne û got, “heta niha di navbera me û rêjîmê de ti diyalog pêşneketine.”
Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif diyar kir ku tu danûstendinên cidî di navbera wan û rêjîama Sûriyê de nîne û wiha got: “Divê destûra Sûriyê ji aliyê nûnerên hemû gelê Sûriyê ve were amadekirin.”
Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif derbarê geşedanên dawî civîna çapemeniyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo lidar xist. Hejmarek rojnamavan beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Di civîna çapemeniyê de daxuyaniya TEV-DEM’ê bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif ve hate xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Dewleta Tirk a dagirker kiryar û binpêkirinên xwe didomîne. Hemû qanûnên navdewletî binpê dike. Rojane bûyerên revandin, kuştin û êşkenceyan di riya çeteyên xwe yên terorist re pêk tîne. Civaka navdewletî ji hemû bûyeran re bê deng e. Erka civaka navdewletî ye ku derbarê rewşa Efrîn û bûyerên diqewim in berpirsyariyên xwe pêk bînin, bi taybet jî derbarê guhertina demografî û êrîşa ku gelê me di kampan de dijîn. Lewma vegera gelê me yê Efrînê ji herêm û gundê xwe re pêwîstiyek e. Divê hemû hêzên navdewletî vegera wan a bi ewle misoger bikin. Di vê yekê de em ji Neteweyên yekbûyî hêvî dikin ku alîkariyên pêwîst bidin kampên kantona Şehbayê ku gelê me yên Efrînê li wan bi cih bûne. Niha zêdeyî 150 hezar welatiyên Efrînê di rewşeke zor û zehmet a jiyanê de dimîn in.
Divê dewleta Tirk ji Efrînê derkeve, pêwîste cîhan hemû bizane ku hebûna dewleta Tirk li Sûriyê li ser hemû herêmê û gelê me xweteriyê çêdike. Em di wê baweriyê de ne ku dê Efrîn rizgar bibe û dê gelê me bi rumet vegerin warê xwe.
DIYALOGÊN BI
RÊJÎMÊ RE
Gelek aliyan ev mijar girtin dest. Em tekez dikin ku heta niha tu gavên cidî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve nehatine avêtin. Em bi çareseriya ku li ser esasê danûstendinan pêk tê re ne. Gelê me li Bakurê Sûriyê gelek qurbaniyên mezin ji bo parastina xaka Sûriyê û yekbûna civak û xaknîgariya wê dan. Di nerîna me de dem hatiye ku aloziya Sûriyê were çareserkirin. Divê Sûriya demokratîk were avakirin, her wiha divê gavên cidî werin avêtin. Em ji danûstendinan re amade ne. Lê heta niha tu danûstendin nîn in.
DESTÛRA SÛRIYÊ
Em girîngiyê didin destûra ku pêwîste ji bo demokrasiyê ji aliyê hemû gelê Sûriyê ve were amadekirin. Divê destûr demokratîk be û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê tê de hebin. Beşdarbûna Bakurê Sûriyê di amadekariya destûrê de mafekî rewaye. Wekî çawa gelê me erka xwe ya niştimanî di tekoşîna li dijî teroristan de pêk anî, divê rola me di amadekekirina destûrê de jî hebe. Bi dûrxistina hêzên Bakurê Sûriyê ne mumkine destûrek temam pêk were û ne mumkine pêdiviyên gelê Sûriyê pêk bîne.






