Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku ti diyalog di navbera Rêveberiya Xweser û Rêjîma Sûriyê de çênebûne û got, “Ya herî girîng ew e ku em li dijî êrîşên muhtemel ji parastinê re amade bin, aliyên ku projeya me ya demokratîk qebûl nakin pir in, di serî de rêjîma Sûriyê ye.”
Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di Konferansa Yekemîn a Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Bakurê Sûriyê ku li bajarê Reqayê hate lidarxistin de axivî. Aldar Xelîl, diyar kir ku lidarxistina Konferansê gaveke girîng e.
Aldar Xelîl, diyar kir ku hêzên derve yên destwerdanê di rewşa Sûriyê de dikin û dagirkirina beşek ji axa wê ji aliyê dewleta Tirk ve, temenê aloziya heyî dirêj dike û axivî, “Dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve temenê aloziyê dirêj dike, ev yek divê neyê jibîrkirin. Ji xwe berxwdan di qonaxa xwe ya duyemîn de didome, lê di encam de Efrîn hatiye dagirkirin, pêwîste were rizgarkirin.”
Hevserokê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di berdewama axaftinên xwe de, bal kişand li ser gefên dagirkeriya Tirkiyê û rêjîma Sûriyê yên li ser herêmê da zanîn ku Tirkiye û rêjîm dixwazin bi van gefan tevliheviyê derxînin û ewlehiya herêmên Bakurê Sûriyê yên hatine rizgarkirina têk bibe û wiha dewam kir, “Em ji rêjîmê re dibêjin ku ew venagere mîna berê, em vî tiştî qebûl nakin, heger me qebûl kiriba me şoreş lidar nedixst û heger rêjîm ji aliyê gel ve hatibaya qebûlkirin, wê demê çima gel li dijî wê rabûna serhildanan û banga hilweşandina rêjîmê kir. Rêjîma desthildar, ya navendî ku xwe dispêre yekpartî, yeknetew, nayê qebûlkirin. Bi yek netew û yek partî sûriyeke demokratîk ava nabe. “
Aldar Xelîl anî ziman bi leşkerî û şer aloziya Sûriyê çareser nabe û got, “Heger me jî li hemberî aliyên ku êrîşî herêmên me kirin, me şer kir, ev ne xwesteka me, ev ji mafê me yê parastinê hatiye. Ji ber ku em şer naxwazin, lê dema êrîş li ser me were kirin em ê parastina xwe bikin. Alozî ne bi şer bi diyalogan çareser dibe.”
Aldar Xelîl got, “Me helwesta xwe berê diyar kiribû, di mijara pêşeroja Sûriya bi rengekî demokratîk em ji bo diyalogan amade ne. Me li Rojava û Bakurê Sûriyê modêleke demokratîkbûyînê bi cih anî, ev jî bi qebûlkirin û razîbûna gel ji vê tecrûbeyê pêk hatiye. Rêjîm qaşo dibêje ew dixwaze danûstandinan bike, lê heta niha ti gavên ciddî ne avêtiye.”
Aldar Xelîl, bal kişad li ser îdîayên ku dibêjin îtîfaq di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîmê de heye û ev tişt anî ziman, “Hin alî tiştên ku çênebûne, îdîayan belav dikin, li ser torên civakî û malperan belav dikin. Rastiya van îdîayên tune ne, heya niha ti diyalog di navbera me û rêjîmê de çênebûne, ya herî girîng ew e ku em li dijî êrîşên muhtemel ji parastinê re amadebin û hewl bidin ewlehiya herêmên xwe xurt bikin. Hêzên ku projeya ma ya demokratîk qebûl nakin pir in, di serî de rêjîma Sûriyê ye.”
Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî, “Em ji diyalogan re amade ne, lê divê em ji bo parastina xaka xwe û herêmên xwe re amade bin. Heger îtîfaq çêbibe baş e, heger nebin, têkoşîna me berdewam e û em ê destkeftiyên xwe biparêzin.”…ANHA






