Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurd bi artêşa Tirk re şer dikin, DAIŞ vedigere

06/07/2018
in Uncategorized
A A
Kurd bi artêşa Tirk re şer dikin, DAIŞ vedigere
Share on FacebookShare on Twitter

Rojnameya navdar a Îngilîstanê The Independentê li ser zêdebûna bûyerên şîdetê yên li saheya Sûriyê nivîsî û diyar kir ku Kurd bi artêşa Tirk re şer dikin, DAIŞ vedigere.
Nûçegîhanê Parastinê yê rojnameya Independentê Kim Sengupta nivîsek li ser zêdebûna liv û tevgera DAIŞ’ê nivîsî û diyar kir ku Kurd li gel artêşa Tirk şer dikin, DAIŞ dûbare vedigere.
Sengupta ku nûçeyên parastin û şer yên li Rojhilata Navîn dişopîne diyar kir ku li Sûriyê DAIŞ ji ber dînamîkên li herêmê guherîn dûbare vedigere û bûyerên şîdetê li sahê zêde bûne. Di heman nivîsê de bi taybet îşaret bi siyaseta hêzên koalîsyona navnetewî ya Amerîkayê tê kirin û têgotin ku siyaseta ku niha tê şopandin fersendê dide DAIŞ’ê ku zindî bibe. Sengupta di heman nivîsê de balê dikişîne ser êrîşên Tirkiye yên li ser Bakurê Sûriyê û dibêje, dema Kurd bi artêşa Tirk re şer dike, DAIŞ vedigere.
Sengupta çend nimûne ji bo zêdebûn û vegera çeteyên DAIŞ’ê ji bo Sûriyê dide û wiha dibêje, “Teqînên bombeyî yên li Reqayê, revandin û înfazkirina şervanên hinek komên çekdar, bidestxistina hinek herêmên nû û li vir jî çêkirina baregehan tenê çend nimûne ne.”
Independent diyar dike ku niha hejmara çeteyên DAIŞ’ê di navbera 8 heya 10 hezarî de ye û wiha dewam kir, “Wisa dihate zanîn ku DAIŞ bi temamî têk çûye lê, vedigere. Sedema wê ya sereke jî ewe ku dînamîkên li herêmê guherîn.”
Di dewama nivîsê de jî wiha têgotin;
“Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman da ku xebatên xwe yên li saheya Sûriyê kêm bikin. Hêzên Kurd ku Hevpeymanên Washingtonê yê li dijî DAIŞ’ê ne niha bi artêşa Tirk re şer dikin. DAIŞ wer difikire ku hêzên navnetewî yên piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk dikin wê ji herêmên ku bi dest xistine vekişin û li dijî ew herêmên dibin dagirkeriya wan de ye jî nakevin tevgerê.”
Balkêşe ku bi heman şêweyî liv û tevgera DAIŞ’ê û gelek komên din yên çekdar yên mîna DAIŞ’ê li Iraqê û li herêmên nakokî li ser hene jî zêde bûne. Li aliyekî dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê daye destpê kirin, li aliyê din jî ji Kerkûk heya Xaneqînê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hene û her roja paştir jî zêdetir dibin.
Gelek şîrovekar jî dibêjin, Tirkiye bi van êrîşên xwe yên li dijî Kurdan nefes bi DAIŞ’ê dide sitandin û pêşî li bihêzbûna çeteyan vedike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.