Di konferansa ‘HDP û hilbijartinên li Tirkiyê’ de ku li Parlamenta Ewropayê (PE) pêk hat, işaret bi hîleyên AKP-MHP’ê hate kirin.
Li Parlamenta Ewropayê li ser mijara “HDP û hilbijartinên li Tirkiyê” konferanseke çapemeniyê hate lidarxistin. Seroka Koma Dostaniya Kurdan a PE Marîe Chrîstîne Vergîat, bi bîr xist ku ew gelek caran çûye Tirkiye û Kurdistanê, hewl daye rewşê ji nêz ve bişopîne û dîtiye ku rejîmeke zordar û antî-demokratîk gav bi gav li Tirkiyê bi cih dibe.
Vergîat destnîşan kir ku yekane tişta erênî berxwedana HDP’ê û serketina wê ya di hilbijartinê de ye.
Ji Îngilîstanê endama Koma Sosyalîst a PE Jûlîe Ward jî bi bîr xist, ku heyeta ew di nav de bû li bajarê Agiriyê lêkolîn kirine û piştî gelek caran ji bendên kontrolê yên leşkerî derbas bûn, li cihên dengdanê jî li leşker û komên çekdar rast hatine.
Ward diyar kir ku wê li navendeke dengdanê jimartiye û got, “Li wê derê 20 kesên çekdar hebûn. Kesên ku deng didan HDP’ê dişandin cihên cuda. Li cihekî dengdanê pêşî li me girtin û ji me re gotin ku ‘hûn dikarin bikevin hundir’. Hêzên çekdar nehiştin em biçin nava gund jî. Li gelek welatan tevlî heyetên hilbijartinê bûm, lê di vê astê de min zext û çavtirsandin nedîtiye.”






