Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KIRYARÊN PDK Û AKP’Ê LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

19/12/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
KIRYARÊN PDK Û AKP’Ê LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Share on FacebookShare on Twitter

Rûstem Başûr

 

Wekî ku tê zanîn îro ji her demî zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi azadî û jiyana ebedî heye. Ji ber gelê Kurd ew gel e ku li beramberî hişmendiya serdestan têkoşîna azadî û wekheviyê dide meşandin.

Bêguman gelê Kurd her demî li dijî êrişên serdest, bi rola parestina hebûna xwe rabûne, ji bona doza xwe, têkoşîneje pir mezin dane ji bona ku bikaribe yekîtiya Netewî kurdî bi dest bixe. Lê mijara ku mirov hestiyar dike ew e heya niha hêza xwefiroş wekî PDK tevlî vê yekîtiyê nebûya, ji bona wê PDK  her demî di dîrokê de xwe bi hin hêzên serdest wekî AKPê ve girê daye. Niha mijara ku em şîrove dikin mîrateyekî dîrokî ye ku di demên berê de Barzaniyê mezin digot: ku bê Tirk em nikarin bibin dewlet, yanî Berzaniyan Tirk ji bona xwe wekî sîber dihesibandin. Hemû armancên PDKê ew e ku bikaribe xwe li ser hebûna gelan bi çî bike û gel ê başûr di nava hevkariyekî de biqedîne. Provaqasiyonên ku dijmin nafikirîna PDK di roja me ya îro de pêk tîne.

Mirov dikare diyar bike ku ti ferq di navbera PDK  û AKP’ê de nîne, ji xwe ermancên wan jî yek in û her kesê Kurd ji vê lîstoka wan xwedî zanebûn e. Ev jî ne tiştekî nû an jî veşartî ye. hevkarî û hevalbendiya wan eşkere li holê ye. Çi pilanên tirk li dijî kurdan hebe PDK  wê dixe meriyetê de.

Îro jî li Kurdistanê PDK û hevkara xwe AKP di nava her cure qirêjiyan de ne ku kurdan bifetisînin, û xwe li ser mîrasê wan bi cî bike.

Dewleta Tirkan êdî hatiye li ber asta têkşikestinê, ku lewma ewqas êrîşî parastinên qadên medya û Başûrê Kurdistanê dike. Bi taybetî ji bo ku xwe li ser piyan bigire, bi desteka hêzên îxanetkar, ên mîna PDK’ê, li dijî Tevgera Azadiyê dixwaze Başûrê Kurdistan carek din dagir bike.

Lewma rojane êrîşên xwe li ser herêmê zêde dike û bi destê xayînan dixwaze armanca xwe bi ser bixe. Eger mirov li dîrokê bi rengekî rast binêre îxaneta ku bi Enkîdoyan re dest pê dike, heya roja me ya îro di şexsê Barzaniyan de mirov bi hêsanî dikare bibîne. Serkêşiya vê xiyaneta dîrokî, bi rihetî mirov dikare bêje PDK dikişîne. Ji ber ku tê dîtin Barzanî bi hemû hêzên xwe yên şerê taybet, bi Tirkiyê re li dijî zêdegavî destkeftiyên gele Kurd di nava her cure hevkariyê de ye.

Bi vê jî namîne; heta ew gelê me yê ku ji ber şerê li Sûriyê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, wan ciwanên Kurd bi taybetî li beramberî Tevgera Azadiyê perwerde dike da ku pê bide şerkirin. Bi demê re hate dîtin ku di bin navê ‘Pêşmergên Roj’ de û di bin siya PDK’ê de, li herêmen ku hezên gerîla lê hene xwe bi cî dikin û bi awayekî bêbext û veşartî şer dikin. Mîna xiyaneta salên 1992,  ji 1995’an heya bi salên 2000’an dewam kiriye dixwaze heman awayê xwe têxe bin çengê dewleta dagirker.

Ya din jî, jixwe armanca Barzanî ew e ku li Başûrê Kurdistanê nakokiyekî bixe li nava gelê Kurd û gelen herêmê. Lê belê êdî gelê herêmê vê xiyaneta wan û dîktatoriya Barzaniyan qebûl nake, heta li dijî wê di kêysa ewilî de wê rûxîne erdê. Lewra êdî eşkere ye ku ti helwestên wan li beramberî dagirkerên axa Kurdistanê nemaye. Tam berovajîyê wê xwe radestî neyarê gelê Kurd kirine. Ji bo destkeftî û berjewendiyên gelê Kurd êdî bûne xeteriyeke herî metirsîdar.

Bi heman awayî piştî hilbijartina Iraqê, PDK’ê dîsa li hemberî gelê me yê Şingalê dest bi gefan kir. Bêguman Nêçîrvan Berzanî rojana ji hikûmeta Iraqê dixwazê destek bigire, ji bo ku êrîşî Şingalê bike û gelê me di nava qirkirinekî nû re derbas bike. Ji ber wê yekê plan dike ku Şingalê radestî Tirkan bike. Bi awayekî eşkere ji Îraqê re dibêje ‘hûn çima bi ser şingalê de naçin’. Tê zanîn ku di sala 2014 an Barzanî Şungal radestî DAIŞ’ê kir, îro jî heman tiştî dike û wekî bûyerekî rewa dide nîşandan.

Ya rast mirov dibîne ku pilan dikin piştî şingalê bi dest bixîne, çawa radestî DAIŞ’ê kirin, wê careke din dîrok xwe dubare bike û şingalê radestî AKP’ê bikin, ku xweseriya gelê Şingalê tine bikin.

Bêguman ji dema ku Şingaliyan starûya xwe bi dest xistiye, PDK hebûna YBŞ’ê ya ku bi rola parestina civaka Êzîdî radibe, dibe astengeke sereke. Bi vê sedemê ye ku dixwaze hêzên ku li dijî xweseriya Şingalê ne bajone ser hêzên wê yên parestinê.

Civaka me ya Êzîdî li hemberî 74 fermanan re rû bi rû hatin, PDK bi siyaseta xwe ya ne exlaqî bi ser gelê civaka Êzîdî de diçe û ji fermanan xirabtir tîne ser wan. Ev jî bi awayekî pir mezin dişibe 3yê Tebaxê.

Di vê serdema ku em tê de derbas dibin, pêwîst gelê Kurd û yê demokrasîxwaz li hemberî êrîşên PDKê, dewleta Tirkan hişiyar bin û helwesta xwe ya dîrokî bi cî bînin, ku li hemberî êrîşen bi vî rengî yê ku li ser gelê, me tên bibin kelem.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.