Idrîs Henan
Kurd qewmê herî zêde hatiye asîmîlekirin û qelandin. Ji lewra bi hêsanî hatiye parçekirin û mêtinkirin ku qeta wî ya teslîmkar zûbizû adepteyî çanda celadê xwe bûye. Ewqas bi serhişkiya xwe binavûdeng e lê bi qasî wê jî sernerm bûye ku li hemberî dozên xwe yên neteweyî bêwijdan û bêexlaq bûye.
Nasnameya xwe ya berxwedanê ji dest daye û ji bo elîtên serdest koleyê kêrhatî bûye. Çi ji destê wan hatiye ku bişibin efendiyên xwe kirine û ta ku bibin dûvikên sîstemê û cihekî di nav de bigirin, bi hêsanî dest ji nasnameya xwe ya civakî terikandine.
Ev teşeyê Kurdê han ê hatiye asîmîlekirin û qirkirin, biryar û çalakiya xwe ya azadiyê ji dest daye. Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di vê xisûsê de gotiye: “Kirine ku bi tevahiya nirxên nasnameya xwe ya civakî re xiyanetê bike. Kirine ku bibe mîna heywanekî di şiklê mirov de û bi tenê li pey ziktêrkirina xwe ve biçe”.
Îro jî PDK’ê û dûvika wê ya leqleqok ENKS’ê temsîla karakterê Kurdê “Kêrhatî” dikin ku bi danesîna wan re asta koletiya ku dijîn nîşan dibe. Hewl didin danesîna rast şîlo bikin û xwe nedin dest û weke hewcedariyeke destjênebe xwe didin ferzkirin. Şêwazên xwedanqebûlkirinê çi dibin bila bibin, a girîng xweşibandina celadê xwe ye û pratîzekirina nirxên wî ye. Ji lewra; ne cihê sosretê ye ku PDK’ê cenazeyên şervanên azadiyê radestî malbatên wan nake. Beriya wê jî PDK’ê cenaze girtibûn. Bi xweşî dîl girtibûn û qetil kiribûn û li pey siwareyan xişandibûn. Ne tiştekî ewqas ecêb e ku mirov li hemberî kiryarên li ser dergeha Pêşxabûrê rû dabûn matmayî bimîne. Di cewherê van kiryaran de têkîliya desthilatdariyê û dewletê heye. Ango, kiryarên PDK’ê hewldaneke desthilatdariyek koleyên hatine kedîkirin ku bi formên dewleta di bin ebeya mêtinkaran de xweîfadekirin e. Di heman demê de PDK’ê dixwaze bi van sûcên xwe yên derneteweyî bibêje ku ew dilsozê mêtinkarên xwe ye û di pêşbaziya xwedanqebûlkirina bi efendiyan re bi israr e.
Ji aliyekê din ve dema ku mirov li buyer û qewimînan dinêre, her wiha bertek û daxuyaniyên derdikevin, paralelî rûdanên li ser erdê, têdigihêje ku nêzîkatiyên serdestan ne rasthatî ne. berevajî; bi plan û ecîndeyên dûrûdirêj in. Yên fena PDK’ê û ENKS’ê jî tenê amûrên kêrhatî yên pratîzekirin û skendalên li ber çerxa azadiya gelê xwe ne. Ji bona armancên neyaran ên tunekirin û qetlikirinê, alavên bisûd ên dest jê nabin. Mîna girêka kanserê dawerivîna çaviyên civakê.
Girîng e ku mirov van rastiyên PDK’ê û dûvikê wê ENKS’ê ku parçeyek çeteyên Itîlaf û DAIŞ’ê ne zanibe. Ji bo têgihaştinek civakî ya giştî were çêkirin pêwîst nake em dîroka wan vekolin, tenê çend rojên derbasbûyî em binêrin em dê bibînin ka idîayên wan yên “entelektual û netewparêziyê” jî çiqas rast in? Gelo dema ku kesek weke Akkar dibêje ku tiştekî bi navê Kurdistanê nîne û ne jî nas dike, wê çaxê ka xîret û qaşo netewtparêziya wan? Dema ku yekî beredayî yê fena Soylo di bin qubeya parlamantoyê de li ser jinek Kurd qebedaytiyê dike, ka “mêrxas û gernasên” ku li Pêşxabûrê gule li malbatên şehîdan berdidan? Dema ku bêeslekî weke Oglo tekez ku nahêle danûstandinên Kurdan bi ser kevin, ma ew zilam nizane kî di bin ebeya kê de ye? Dema ku çeteyekî terrorîst ê mîna Al-Sêcerî ku xwîna zarokên Kurdan di stuyê wî de ye, ji “serkirdeyên” ENKS’ê dixwaze ji ber serokê xwe Siûd Mile ve lêborînê ji tevgera terorîstên Tirkiyê ya bi navê “Itîlafê” bixwazin, ew jî derhal pêk tînin, ev ne bêxlaqî û bêwijdaniya Kurdê hatiye asîmîlekirin û koleyê mêtinkaran ê herî kêrhatî bin, çi ne gelo?






