Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xanedana Barzaniyan

19/12/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Lîsteyeke “Terorê” ya Kurdan jî heye
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

 

Di sala 2003’yan de dema Amerîka hat Iraqê û desthilata Seddam roxand lê li Başûrê Kurdistanê xanedaneke nû hat avakirin. Xanedana Barzaniyan.

Malbata Barzanî, li Tirkiyê bi AKP’ê re têkildar bûn. Hemû rê û rêbazên gendelî û talanê  ji wan girtin.

AKPê Riza Zarabê xwe ji wan re emsal nîşan da ku pereyên bi dest xistine çawa fermî bikin.

Tiştek din jî fêrî wan kirin ku ji sektora înşaetê û her cure îhaleyan çawa wê para xwe bigirin.

Di destpêkê de ji bo sîuletê bajarê Hewlêrê were guhartin berê xwe dane sektora înşaetê. Fîrmayên dewleta Tirk, he rroj avahiyên nû li bajarê Hewlêrê bilind kirin. Di  hemû îhaleyên ku dabûn van fîrmayan ji xwe re par digirtin.

Piştî demek malbat fîrmayên xwe ava kirin. Hemû taktîk ji dewleta Tirkiyê girtibûn û li gor van taktîkan dest bi talanê kirin.

Hemû dahatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo vê malbatê hat bikaranîn. Hikûmeta Baxdatê butçeyek ji herêma Kurdistanê veqetandibû. Dema ku ev butçe dihat Hewlêrê nîvî  derbasî qaseyên malbata Barzaniyan dibû.

Li herêma Kurdistanê trenda malbatê ya dewlemendiyê çiqas bilindibû ya gel a belengaziyê jî ewqas xirabtir dibû.

Li herêma Kurdistanê dahatiyê herî mazin petrol bû. Malbat di destpêkê de ji fîrmayên petrolê yên ku ji derve hatibûn par girtin. Piştre wê fîrmayên xwe jî ava bikirana.

Roj bi roj mal û milkê malbata Barzanî li cîhanê belav bû. Û milkê malbata Barzanî ji Sûriyê heta Swîsreyê dirêj bûbû.

Li Amerîkayê li hin navenda li ser gendelî, mal û milkê malbata Barzaniya hin agahî belav dibûn.

DGCI, sotemeniya ji balafirgeha Hewlêrê peyda dike. PDK’ê bêyî ku îhale çêbibe, bi awayekî awarte îhale dabûn vê şîrketê.

Bi saya hevpeymanên Barzaniyan, cîroya salane ya DGCI’yê ku di sala 2015’an 2 mîlyon dolar bû, di sala 2017an de derketibû heta 150 mîlyon dolarî.

 

Çavkanî dibêjin ku Barzaniyên li Hewlêrê, ji nêvî zêdetir ên hemû îhaleyên mezin par distînin.

Nirxê van 2 milkên li Kalîforniyayê 47 mîlyon dolar bû û 2 mîlyon dolar jî bo tadîlata wê hatibû pêşdîtin.

Bûhayên zêde yên firotinê yên vîllayên li Beverly Hîllsê, dibe sedema gûmanên ku ev vîlla, bi pereyên qirêj hatibin kirîn.

Roja 7’ê Kanûna 2021’an Rojnamevan Zack Kopplin lêkolîneke xwe ya derbarê sermaya Barzaniyan ya li Amerîkayê de di rojnameya The Amarican Prospect û malpera www.prospect.org de parve kir.

Kopplin di vê çarçoveyê de, nêzî çar sale têkiliyên şîrketên Iraq û Amarîkayê lêkolîn dike. Kopplin di lêkolînê de xwe de, nelirêtî û gendeliyên rêvebiriya PDK’ê ferq dike.

Belgeyên ku hatine deşîfrekirin beşek biçûk ya vê diziyê bû. Li gor texmînên Kopplin li gelek welatên cûda nelirêtiya malbata Barzanî heye.

Li eyaleta Miami ya Amerîkayê milkeke 12 hezar metre kare ya bi nirxê 18.3 milyon dolar ya Mesrûr Barzanî heye..

Li gorî Kopllin 4 milkên Barzaniyan li Miami, Virginia, California hene û bûhayê wan jî bi komî dike zêdeyî 75 milyon dolar e.

Pereyên ku dixistin bin qeydê bi giranî di kirîna emlak de dihatin bikaranîn. Bi vî awayî li Dubaî gelek mal û milk kirin.

Piştî belavkirina van belge û zanyariyan, carek din gendelî û diziya dewlemendiyên Herêma Kurdistanê ket rojevê.

Bi sedan dosyayên dadgehkirin û cezakirina gendelkaran hene, lê heta niha jî yek kes ji wan nehatine cezakirin. Bi sedan dosyayên gendeliyê yên berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê bi belge û dîmen hene, lê ew îrade li  wê parlemento yê nine ku wan berpirsan ceza bike.

Xanedana Barzaniyan gelê Başûr salan bi birçîbûnê terbiyekirin. Îroj gel li hember van kiryaran bertekên mezin nîşan dide. Li kolanên herêma Kurdistan dengê azadiyê bilind dibin. Gel îroj bi du wê serwet û dawlemendiya hatî dizîn û derbasî welatên dinan hatî kirin, ketî. Gel îro li ber deriyê Xanedana Barzaniyan e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.