GULAL KASANÎ
Ziman sîstemeke horteyî ye ku ji nîşeyên denganî pê tê û navgînek e ku mirov bi wî nest, hest û baweriyên xwe dide ber parzûna derbirînê.
Ziman pareke ji çandê ye û çand jî nasnameya civakan nîşan dide. Herwiha navgîna pêwendiya di navbera kesan û civakê de ye. Ji sedema vê çendê dema ku dagîrker dixwazin gelan ji navê bibin, berî her tiştî bingehê zimanê wî gelî diherfînîn, qedexe dikin û kelepora wî jî ji naveroka wê vedidizin, dadiweşînin.
Zimanê kurdî zimanekî zengîn e, têr bêje, wate û bi şiyanên (imkaniyat) afrênerî, karedar e.
Di dirêjahiya dîrokê de, dagîrkeran bizav dikir ku ziman ji kokê rakin, ji rih û bingehê wî ji qurm ve bibirin.
Serboriya gelê Bingalî
Di 21`ê meha Sibata sala 1952`yan de “ TEVGERA BINGALÎ YA JI BO ZIMAN“ pêşengiya tevgera xwendekaran dikir. Xwendekarên zanîngeha Daka li cade û kolanên bajêr derketin xwepêşandanê li djî biryara Hikûmeta Pakistanê ya ku zimanê Ardeyî ji bo Bengladêşê bibe zimanê tekan e û fermî; li pakistana Rohilat û zimanê Bingalî paşguh kirin. Dagîrkeriya Pakistanê ne tenê zimanê Bingalî qedexe kir, herwiha navê welatê wan jî guherand dema ku navê Pakistana Rohilat li wê hate kirin.
Xwepêşandan li bajar û bajarokên Bingaliya, ranewistiyan. Di encamê de gelek şehîd û qurban dan, heta nav li wê rojê -21`ê Sibatê – bi Roja Şehîdên Ziman hat naskirin.
Di 17`ê meha Cotmeha sala 1999`an de rêxistina Yonêsko bi şêweyekî fermî ragihand ku 21`ê Sibatê bibe Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê û sala 2000`an Neteweyên Yekbûyî ev roj cara yekê vejand.
Gelê Bingalî bi hêzdariya yekgirtina xwe û danîna qurbanên berxwedêr, stûyê xwe xwar nekir, rabû ser piyan û herî dawî armanca xwe bi cih kir û serxwebûna xwe bi dest xist.
Felsefeya ziman
Di sala 1884`an de nivîskarê Alman Gottlop Frege pirtûka xwe ya bi navê Bingehên Jimêre belav kir. Di pirtûka xwe de wiha dibêje: “Dahûrandina hevokan ku jimar di wan de berz e, rêya vekolîna xwerista jimara ne.” Bi vê bîrdoziyê Frege bingehên guherînên ziman ku bûbû rêya ronakbîrên felesfeya dahûrandinê di warê ziman û girîngiya wî di jiyana civakan de. Ji vê nerînê mirov dikare wek ku Feylesofê Nemsayî Ludwig Wittgenstein, dibêje, “Nîşankirina sînorên raman di rêya ziman re tê danîn.
Zimanê keleporî
Zimanê keleporî, çi ye? Çi wateya wê ji aliyê zimanzaniyê ve heye.
Hin ji nivîskaran nav lê dikin û bi wateya zimanê devokî bi kar tînin. Ew jî ji sedema ku di demeke dûdirêj de bi şêwazê nivîskî di nava gel û civakan de belav bûye û herwisa ji qonaxeke dîrokî ji bo qonaxeke din di nava nifşan de hatiye veguhestin; nifşekî ji destê nifşekî din girtiye û wergirtiye. Jêderê wî zimanî herî zêde stiran bi hemû şêwazan; şer, bûyer, bobelat, dîlok û ji aliyekî din ve salf e, çîrok, mamik û zûgotin.
Di nava hemû gelan de ev şêwaz hebûye. Ji wan gelan Kurd jî. Lê tişta cuda li nik Kurdan ku ew ji sedema dagîrkeriya dûdirêj bê zimanê nivîskî mane.
Ji ber vê çendê zimanê keleporî yê kurdî dibe makdereke sereke di babeta zimanzaniyê de.






