Zekî Bedran
Dewleta tirkî di dijminayiya Kurdan de sînor nas neke. Vê bi awayekî fermî jî her tim dibêje. Pêwîstiyê bi veşatinê nabînin. Lewra bawer dikin ku Kurd lewaz in û destekeke baş ji dinyayê nagirin. Pişta xwe dane hêzên weke Amerîka û NATO. PKK û Kurdên berxwedêr wek terorîst ragihandine. Qirkerên Tirkan jî vê firset dibînin û êriş û kuştinê didomînin.
Dewleta tirkî ya qirker û dagîrker di rojên dawî de êrişên ser Şingalê pir kirine. Destpêkê Hevserokê Rêveberiya Xweser Merwan Bedel kuştin. Merwan bi zarokên xwe ve bûn amanc. Pişt re bi balafiran êrişî avayiya meclisa gel kirin. Peyama; ‘hûn bi navê azadî û xweseriyê avayiyekê jî ava bikin emê lê bixin, her tişta ya we be emê destûrê nedin’ didin. Dixwazin bêjin, li vê dinyayê mafê jiyanê ji Kurdê azad re nîne.
Erdoganê faşîst û hevparên wî li Qadên Parastinê Yên Medya li rasta îrade û berxwedaneke bêhempa ya gerîla hatin. Ji meha Nîsanê ve plan kirin ku bi êrişên hewayî û çekên kîmyayî gerîla bişkînin û heta Qendîlê dagîrkeriyê fireh bikin. Bi taybetî Erdogan û Bahçelî paşroja xwe bi şer ve girê dane. Ji bilî wê şansê wan yê desthilatiyê nemaye. Dixebitiyan bi afirandina atmosfera serkeftinekê biçin hilbijartinê û temenê desthilatiya xwe dirêj bikin. Li başûrê Kurdistanê tişta dixwestin bi dest nexistin. Pişt re dest bi êrişa ser Rojava kirin û dagîrkerî xistin rojeva xwe. Erdogan gef li Rojava xwarin. Ji bo vekirina qada hewayî bi Amerîka û Rûsya re ketin bazarê. Lê heta niha encam negirtine. Di vê navê re ji bo ku vala nemînin Şingal xistin rojeva xwe.
Erdogan Tirkiye xist ber bi qeyraneke giran ya aborî ve bir. Pirsgirêkên welaat her ku çû girantir bûn. Li dinyayê baweriya pê wê şkest. Di tecrîdeke cidî de ye. Ji bo rizgariya ji tengayiyê berê xwe daye Israîl û welatên erebî. Erdogan û hevparên wî yên faşîst amade ne bi tevayiya dinyayê re têkiliya xwe baş bikin û tawîzan bidin. Israîl, Amerîka û Rûsya jî di navê de çi hêz dibe bila bibe bi wan re rûdinin, tawîzan didin û stûyê xwe xwar dikin. Bi Kurdan tenê re rûnanin. Dixwazî bila dinya biroxe, Tirkiye hilweşe hema Kurd tinebin bes e. Li hemberî Kurdan dijminayiyeke ewqas kûr heye. Dewleta tirkî bi hêza xwe nikare Kurdan biperçiqîne û bişkîne. Ev diyar bûye. Digel piştgiriya ji Amerîka, NATO û kevneperestiya herêmê encama xwestî bi dest nexistiye. Eger ji nava Kurdan hevkaran peyda neke tişta ku îro dike nikare wê jî bike. Lê mixabin PDK kiriye hevkara xwe. Başûr di warê aborî de jî ji bo xwe kiriye bazareke vekirî. Başûr nefesê dide aboriya tirkî ya li ber roxînê.
Di êrişa ser Şingalê de PDKê serkêşî kir. Bi salan e dixebite ku Şingalê bi tevayî bixe binê kontrola xwe. Rêbazek nema ku bi kar neanî. Piştî ku bi ser neket di gel Iraqê bi desteka Amerîka û hin hêzên Ewropa li ser Şingalê gihatin peymanekê. Cewherê peymanê ev e; wê Şingal nebe xweser û teslîmî PDKê bê kirin. Yên Şingal ji DAIŞê û qirkirinê re hiştîn, bi hevdîtinê bi dizî bi hiştina Êzîdiyan li der ve gihîştin vê peymanê. Piştî ku Êzîdiyan ev qebûl nekir û li ber xwe dan, dewleta tirkî dest bi êrişan kir. Serokwezîrê Iraqû M. Kazimî jî di vê planê de ciyê xwe girt. Berî niha dewleta tirkî li Şingalê êrişî nexweşxaneyekê kir û heşt kes kuştin. Erdê Iraqû bûye ciyê tevgera lerşkerên Tirkiyê. Digel van êrişan deng ji Kazimî dernakeve. Jixwe PDK bi tevayî bi dewleta tirkî re ye. Heta weke îro ewqas Kurd hatin kuştin û tişta hatî serê Êzîdiyên ji qirkirinê rizgar bûyîn carekê jî şermezar nekirin. Tersê wê her tim PKK û Êzîdiyên xweseriyê diparêzin sûcdar kirin.
Armanca dewleta tirkî û ya PDKê tinekirina rêveberiya xweseriya Şingalê ye. Bi van êrişan pişiya Êzîdiyên li kampan digirin ku vegerin ciyê xwe. Dixwazin nişan bidin ku Şingal ne ciyê ewleyiyê ye. Weke din dixwazin berê Êzîdiyan bidin Ewropa û pêşiya wan vedikin. Ku ne bi piştgiriya PDKê be dewleta tirkî nikare van êrişên ser Şingalê bike. Eger hikumeta Başûr û partiyên wê helwesta xwe diyar bikin Iraq jî bêdeng namîne. Ji bo hikumeta Iraqê Êzîdî ne pirsgirêk in û ne gef in. Yên vê bi ser Iraqê de disepînin PDK û dewleta tirkî ne.
Gelê Rojava, Başûr û Şingalê dijminayiya dewleta tirkî pir baş zanin. Gelên dinyayê jî êdî vê dibînin. Yên dewleta tirkî bi rê ve dibin û hevkarên wan bila bizanin ku êdî nikarin Kurdan bisekinînin û di qirkirinê re derbas bikin. Tê zanîn ku faşîstên weke Erdogan û Bahçelî dixwazin qirkirina Kurdan temam bikin. Lê Kurd zana bûne û xwe bi rêxistin kirine. Dibe ku windayiyan bidin û êşê bikişînin. Lê êdî rê nadin ku cakeke din bên inkarkirin û di tariya dîrokê de bên çalkirin. Wê qirker û hevkarên wan nikaribin ji windayî û êşa me serkeftinê bi dest bixin.






