Dilyar Cizîrî
Di dirêjahiya sala 2021’ê de ku em çend rojên wê yên dawî jiyan dikin, dewleta tirkî her ku diçe têkçûnên nû dijî. Eger em ji rewşa aborî dest pê bikin, bihayê yek dolarî bûye zêdeyî 13,5’an. Ev jî tê wateya hikûmeta Erdogan-Behçelî nema dikare stûna aboriya welat rabigre.
Di aliyê dîplomasî û siyasî de di navbera Rûsya û NATO’yê de winda dibe û nema dikare li ser werîsê du alî siyasetê bike û têkiliyan saz bike. Di mijara koçberan de nema baweriya welatên Yekîtiya Ewropa pê tê. Bi vegera bi hezaran koçberan ji sînorê Belarûsya û Polenda welatên Yekîtiya Ewropa rola dewleta tirkî û hevkariya wê bi Rûsya û Belarûsya re nirxandin. Ji lewma plana wan bi ser neket.
Hewldana Erdogan a ji nû ve sazkirina têkiliyan bi welatên erebî re jî bi ser neket. Her çendî rayedarên îmaratê serdana dewleta tirkî kiribin jî, lê eger têkiliyên xwe bi Misir, Erebistana Siûdî û Mexribê re saz neke, wê nikaribe di cîhana ereban de gavan bavêje.
Di dosya Ukrayna de Erdogan nikarî roleke erênî bilîze. Ji ber eger zêdegavî kiriba, wê Rûsya li cihên din bersiva wî bida. Ev xalên me li jorê behsa wan kirî û gelek mijarên din hiştin ku hikûmeta AKP-MHP’ê ji hundir ve jî winda bike. Lê zêde bike, cenazeyên leşkerê Tirk yên di şerê li dijî gêrîla li başûrê Kurdistanê têne kuştin û têkçûna wan li wê derê ketina wan hîn nêzîketir kiriye. Yanî bi wate mirov dikare bêje dawiya hikûmeta Erdogan pir nêzîk bûye.
Ev jî dibe sedema ku êrîşên xwe li deverên destê wan dighêjê zêde bike. Êrîşên wan li Şingalê di vê çarçoveyê de pêk hatiye. Erdogan û hevkarên xwe dîn û har bûne û nema dikarin çawa deriyên li wan vebûne bigirin.
Ji ber vê sûdê ji bêrihiya hikûmeta Iraqê û hevkarî û koletiya PDK’ê werdigre. Êrîşên li dijî rayedar û berpirsên Şingalê, herwiha bombebarana Mala Gel a Xanesorê di vê çarçoveyê de ye. Ema li vir jî gelê Şingalê û Rêveberiya Xweser a Şingalê bersiva hikûmeta Erdogan, PDK û hikûmeta Iraqê da.
Li Bakur jî Erdogan ev demeke dirêj e tecrîda pir girankirî li Imralî li dijî Rêber APO dimeşîne. Ev tecrîd di heman demê de li seranserê Tirkiyê belav kirine û zextên li ser HDP’ê ku ev demeke dirêj e tê kirin, ku di çarçoveya tecrîdê de pêk tê, pir girantir bûye.
Lê Kongreya 4’an a rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, bersiva li dijî tecrîdê bû. Beriya wê jî biryara komîteya wezîran a Yekîtiya Ewropa, kêm be jî li dijî siyasetên dewleta tirkî derbeke din bû.
Li Rojava jî Hikûmeta Erdogan gelekî hewl da êrîşên nû pêk bîne. Zirt û fortên xwe kirin, hêzên çete kom kirin, lê heta niha nikarî erêkirina hêzên mezin ên wekî Amarîka û Rûsya bi dest bixe.
Berûvajî wê em dinêrin niha şandeya MSDê û Rêveberiya Xweser piştî Rûsya, li Siwêd, Fînlandiya û hin welatên din digerin û bi awayekî fermî hevdîtinan pêk tine. QSD’ê jî bi awayekî fermî 100 çeteyên Iraqî radestî hikûmeta Bexdayê kirin. Her weha hevkariya xwe ya bi koalîsyona navdewletî ya li diijî DAIŞ’ê bênavber didomîne.
LI vir jî Erdogan û hikûmeta xwe derb xwarin û tevî hevkariya ENKS’ê jî navê QSDê bixe lîsteya reş û hevkariya wê bi koalîsyonê re bi dawî bike. Li ser vî esasî û di çarçovya komkirina encamên xalên li jor de, em bi hêsanî dikarin bêjin têkçûna Erdogan, serkeftina gelê Kurd û hemû azadîxwazan e.






