Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Minbicê sîstemek demokratîk heye

06/07/2018
in Uncategorized
A A
Li Minbicê sîstemek demokratîk heye
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Dîwana Meclîsa Qanûndanînê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Emel Dede ya ku ji pêkhateya Tirkmen e diyar kir ku piştî Minbic hat rizgar kir sîstemeke demokratîk lê hat pêşxistin û got, “Jin jî di vê sîstemê de bûne xwedî maf û îrade û di her qadê de cihê xwe girtin.”

Endama Dîwana Meclîsa Qanûndanînê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Emel Dede got, “Em bi hev re bi îrade û keda xwe xebitîn û me Minbic ji nû ve zindî kir.”
Emel Dede ku jineke Tirkmen a ji Minbicê ye, bal kişand ser şerê giran ê li Minbicê qewimî û diyar kir ku piştî rizgarkirinê di demeke kin de bajar ji mayinan hate paqijkirin, pir hatin çêkirin, dibistan hatin paqijkirin û sererastkirin û bi rêya komîteyên Rêveberiya Sivîl a Minbicê gelek xizmet hatin kirin.
Emel Dede bi bîr xist ku 4-5 meh piştî rizgarkirina bajêr, weke Meclîsa Sivîl wan xwe ji nû ve bi rêxistin kirin û got, “Me meclîsên xwe yen qanûndanîn û rêveberiyê ava kirin. Me Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ragihand. Piştre jî komîteyên xwe ava kir. Gundên Minbicê gelekî zêde ne. Li navenda bajêr û gundan komun hatin avakirin. Di nava komunan de jî li gorî pêwîstiyê komîte hatin damezrandin.”
Dede destnîşan kir ku pêwîstiya gelê Minbicê bi rastî jî bi xwerêveberiyê hebû û got, “Çawa ku ji bo rizgarkirina Minbicê me xwîna xwe rijand, ji bo avakirina jiyan û sîstema xwe ya rêveberiyê jî em bi daxwaz û fedakariyeke mezin xebitîn. Rewşeke ewle afirî. Jin bûn xwedî maf û cihê xwe li nava rêveberiyê û her qada jiyanê girtin. Jin êdî li nava rêveberî, leşkerî, siyaset, asayîş, aborî û trafîkê cih digirin.”
Endama Dîwana Meclîsa Qanûndanînê Emel Dede destnîşan kir ku wan bi hev re, bi ked û îradeya xwe Minbic ji nû ve zindî kirine û got: “Di nava du salan de weke Rêveberiya Sivîl a Minbicê me karên ku dewletên mezin nekarîn bikin, kir. Li Minbicê aramî, hezkirin, siyaset, xizmet, bi kurtasî jiyan bi rengekî demokratîk û azad ji nû ve afirî..”
Dede işaret bi sîstema hevserokatiyê kir û got, “Ji xwe bi vê sîstemê re em bûn xwedî rêveberiyeke demokratîk. Rêjeya tevlîbûna jinê ya li nava rêveberiyê 50 ji sedî ye. Rêveberiya me ji 132 kesî pêk tê. Hemû gelên li Minbicê li gorî rêjeya nifûsa xwe cihê xwe di nava rêveberiyê de digirin. 71 ji van ji gelê Ereb, 41 jê ji gelê Kurd, 10 jê ji gelê Tirkmen, 8 jê ji gelê Çerkez û 1 jî ji gelê Ermenî ye. Binerin, li Minbicê malbateke tenê ya Ermenî heye û ew malbat jî di nava rêveberiyê de nûnerê xwe heye. Li Minbicê ti carî rêveberiyeke bi vî rengî ya demokratîk ava nebûbû.”
Emel Dede di dawiyê de got, “Em ê dest ji Minbicê û xurtkirina demokrasiya li Minbicê bernedin. Em bi îradeya xwe piştrast in. Me bi hêza xwe dest pê kir. Ya rast, ev hîn destpêk e. Em ji nû ve bi hêza xwe hesiyan. Em ê bi vê hêzê dewam bikin û bi ser bikevin. Bêguman ji bo dema bê, projeyên me hene. Me sîstema xwe çêkir û em bi pêş ve dibin.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.