Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Duyemîn konferansa Kongreya Star wê bê lidarxistin

06/07/2018
in Uncategorized
A A
Duyemîn konferansa Kongreya Star wê bê lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd ragihand ku wan dest bi amadekariyên lidarxistina duyemîn konferansa Kongreyê kirine û niha civînên xwe li seranserî herêmê lidardixînin. Swêd diyar kir ku piştî van civînan wê konferansên her sê herêman bêne lidarxistin û wê nûnerên xwe ji bo beşdarbûna konferansa giştî diyar bikin.
Kongreya Star di 15’ê Çileya 2015’an de bi armanca birêxistinkirina jinan û têkoşîna wan a ji bo azadî û aktîfkirina rola wê di hemû aliyên jiyanê de hate damezrandin. Di 25-26’ê Sibata 2016’an de Yekîtiya Star 6’emîn konferansa xwe lidar xistin û di heman konferansê de navê xwe bi Kongreya Star guhert û weke Yekemîn konferansa Kongeya Star hate destgirtin. Di wê demê de konferans li bajaroka Rimêlan a herêma Cizîrê hate lidarxistin û têde 251 delegeyên kantonên Rojava beşdarbûn. Her wiha di konferasê de nûnerên ji yekîtiyên jinan ên bajarên Şam û Beyrûtê û hejmareke mêvanan ji pêkhateyên cûda û partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdar bûn.
Niha Kongreya Star dest bi amadekariyên xwe yên lidarxistina duyemîn konferansa xwe dike û dê kar û xebatên Kongreyê yên van herdu salên borî binirxînin.
Girêdayî mijarê Berdevka Fermî ya Kongra Star a Rojava Evîn Siwêd diyar kir ku di yekemîn konferansa Kongreya Star de biryar hate girtin ku her du salan carekê konferansa Kongreyê were lidarxistin, lê îsal lidarxistina Kongreyê ji ber buyerên li Efrînê û dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê hate derengxistin.
Evîn di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Niha amadekariyên lidarxistina duyemîn konferansa Kongreyê tê kirin û beriya lidarxistina wê konferasên li ser astên hersê herêmên Cizîr, Firat û Efrînê dê bêne lidarxistin û dê nûnerên xwe ji bo beşdarbûna konferansa giştî hilbijêrin û dê raporekê pêşkêşî konferansa giştî bikin.”
Evîn Siwêd diyar kir ku gavên destpêkê yên amadekariya lidarxistina konferansan ew e ku li seranserî hersê herêman civîn dê bêne lidarxistin û dê rewşa Kongreya Star a du salan binirxînin û astengiyên rastî wê hatine gotûbêj bikin.
Evîn Siwêd destnîşan kir ku evan civîn dê heta dawiya meha Tîrmehê berdewam bikin û piştre dema lidarxistina konferansan dê bêne diyarkirin. Piştî ku konferansên hersê herêman bêne lidarxistin dema lidarxistina duyemîn konferansa giştî ya Kongreya Star dê were diyarkirin. Di konferansa giştî de raporên hersê herêman dê bêne xwendin û kar û xebatên Kongreyê dê bêne nirxandin û bêne erêkirin.
Der barê rewşa jinan li Efrînê Evîn Siwêd behsa rola sereke ya berxwedana Kongreya Star kir û destnîşan kir ku piştî welatiyên Efrînê neçarî koçberiyê hatin kirin, welatî li kantona Şehba bicih bûn û li vir jî Kongreya Star dîsa xwe birêxistin kir û dê li vir nûnerên xwe ji bo beşdarbûna konferansa giştî diyar bikin.
Berdevka Fermî ya Kongra Star a Rojava Evîn Siwêd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku endamên Kongreya Star soz didin gelê xwe dê bi hemû hêz û derfetên xwe têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin û azadiya xwe pêk bînin û xeta fikra rêberê netewa demokratîk Abdullah Ocalan berdewam bikin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.