Farûk Sakik
Di van rojên dawî de DAIŞ li herêma başûrê Kurdistanê dest bi êrişan kir. Di encama van êrişan de di nava wan de sivîl jî gelek kesan jiyana xwe ji dest da.
Bi taybetî ev êriş li herêma Kerkûkê zêdetir dibin. Hin gundê nêzî navenda Kerkûkê hedef tên girtin. Ev yek jî bi serê xwe hin kodên veşartî yên van êrişan eşkere dike. Li gorî hin agahiyan jî wê di pêşerojê de ev êriş li gelek deveran belav bibin.
Dikarin vê yekê pêk bînin ana na em ê di pêşeroj de bibînin. Lê dema ku em li tecrûbeyên sala 2015’an dinêrin, erê bi hêsanî dikarin cardin êrişên xwe berdewam bikin.
Piştî ku şervanên Rojavayê Kurdistan di 21’ê Adara 2019’an de li Baxozê dawî li desthilatdariya wan anî, DAIŞ derbasî levilek-merhaleyeke nû bû. Ev levil dişibe kiryarê wan ê destpêkê dema ku dibin kontrola hin hêz û dewletan de bûn. Bi taybetî têkiliyê DAIŞ’ê yên bi Tirkiyê re hîç qût nebûn. Şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî li Tirkiyê hatin fînansekirin û perwerdekirin. Li aliyek din jî li heremên sûnîî birêxistin dibûn.
Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de her wek li dijî DAIŞ têdikoşe, siyasetê manîpule dike. Car caran di çapemeniya wan de nûçeyên li filan deverî evqas çeteyên DAIŞ hatin girtin cîh digirin. Ev kesên ku navê wan di çapameniyê de derbas dibûn, dortira rojê serbest dihatin berdan.
Tirkiyê bi vê yekê peyam dida Amerîka û hêzên koalîsyonê. Bi peyama xwe ji Amerîkayê re digot, di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê de ji dewsa kurdan de me tercîh bikin.
Li herêma Kerkûkê destpêkirina êrişan jî manîdar e. Bi ser riya baylozxaneya Mûsil bi eşîrên sûnîî re danûsandinên veşartî pêk hatin. Endemên DAIŞ di nav van eşîran de veşartin û bi rêxistinkirin.
Rêxistinbunek DAIŞ’ê jî di nava Turkmenên Kerkûkê bû. Li vê derê Tugayên hatine avakirin de DAIŞ’iyên ji ber luleya çeka şervanên kurd filitîne cîh girtibûn.
Sedemeke din ji nû de rêxistinbûna DAIŞ’ê xemsariya rêveberiya Başûrê Kurdistanê bû. Ji bo ku PDK bi temamî teslimî rejima Tirkiyê bûbû. Demekî dirêj bû didît an jî îstixbarat digirt ku DAIŞ ji nû de bi rêxistin dibe, lê ji bo Tirkiyê ew bêdeng kiribû tu tedbîrek negirtin.
Jixwe DAIŞ jî li herêmek wiha dibin kontrola dewleta Tirk de digeriya. Hemû bargehên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê wek mala xwe bikaranîn.
Fermandarekî YNK’ê Xazî Feysel di dîmenek vîdeoyî de pir vekirî dibêje: “Mezintirîn baregeh, mezintirîn emîrê DAIŞ’ê û mezintirîn hêzên DAIŞ’ê li çiyayê Qereçoxê dimînin, weke sîstematîk û bi zanebûn li wir hatine bicihkirin. Li wir cî ji wan re hatiye dayîn. Ne ku bi xwe hatibin wir. Ji aliyê PDK’ê ve rasterast piştgîrî li çeteyên DAIŞ’ê tê kirin.”
Ango Tirkiye demekî dirêj e amadekariya van rojan dikir. Ha Tirkiye çi hedef dike? Em ê dîsa dubare bikin; xeyalên wan yê Neo-Osmanî li vê xetê derbas dibin. Mûsil û Kerkûk du navendên xeyalên wan in.
Sedemên îroj destpêkirina van êrişan, li Iraqê valahiya siyasî ye. DAIŞ ji vê siyaseta aloz sûd werdigire.
Dive ev yek were zanîn.
1- Ji îro de pêşî li van êrişan neyê girtin sibê wê ji bo paqijkirina DAIŞ’ê wê bedelên mezin werin dayin.
2- Dive di serî de Amerîka û hêzên koalîsyonê ji bo darizandina DAIŞ’i yên di dest rêveberiya xweser de ne bi lez dadgehek ava bikin. Li vê dadgehê wê navnîşan û niyeta DAIŞ’iyên li derve zelal bibe.
3- PDK û YNK bi lez û bez ji bo ev êriş hên li gelek deveran belav nebûne tedbîran bigire.
An jî xeyalên dewleta Tirk ên sala 2015’an de di çavê wan de mabûn wê di sala 2022’an pêk werin.






