Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi têkoşîna hevbeş, faşîzm bêbandor dibe

12/12/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Mesele Ne Malbatî, Doza Gelekî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Fener…

Idrîs Henan

“Kuştina siyasî” têgîneke kevnar ku bi wateya jiholêrakirin û tesfiyekirina objeyekê rû dide. Kiryara kuştinê di vê oparasyonê de bi awayekî rêxistinkirî û bi zanebûn li ser kesayetek girîng ê xwedî bandorek siyasî, aborî, rewşenbîrî, leşkerî, bîrdozî û serkirdetî pêk tê.

Tevî armancên rûxîner ev kiryara han xwedî bandorek şênber û razber a dûrûdirêj e. Lûtkeya sûc û krîmînalîzekirina civakekê ye. Bûyera kuştinê jî amûreke xesibkirina jêderên serdestiyê ye. Bi gotinek din; encama têkîliya şênber a bi aliyê razber re ye ku cewherê kiryara kuştinê bi xwe ye.

Dibe ku şêwazên pêkanîna vî sûcî gelek bin, lê bi du rêbazên sereke pêk tê. Rasterast û bi rêya ajanan pêkan dibe. Di cewherê xwe de tenê tesfiyekirina fîzîkî esas nagire, qirkirinek exlaqî û têkbirinek manewî ye. Lîderek an jî çi karakterekî xwedî nirxekî civakî be, bi awayê sûcdarkirinên ku mirovan tûşî mirinek misoger dikin, dikare rûyê razber a “kuştina siyasî” be. Ew yek jî ji erkên odeyên şerê taybet ên tarîkirina îmajê û belavkirina idîayên derew ku encamên wê ji kuştina fîzîkî gelekî xerabtir in.

Îroj kirêtirîn rengê “kuştina siyasî” di dîrokê de bi pêşengiya siyaseta sîstema faşîst a dewleta Tirk, dûvik û hemtayên wê li herêmê pêk tên. Her tiştî ji bo sûcên xwe bi kar tîne. Civakê parçe dike, navgînên exlaqî diqelîne û li ser esasê bêkokiyê êrişek tije kîn û nefret li dijî gelan û sembolên wan pêk tîne.

Ji bo hilanîna tola çeteyên DAIŞ’ê, dewleta faşîst a Tirikiyê, hevkarên wê PDK’ê û serdestiya Iraqê vê dawiyê carek din berê xwe dan xaka pîroz a Şingalê û di derheqê pêşengiya wê de komkujiyek nemerdane pêk anîn. Armanca wan bêvînhîştin, qirkirina baweriya dîrokî û asîmîlekirina çandî ya civaka resen e. Di êrişa ku Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê “Merwan Bedel Xwedêda” hedef girtibû de, carek din isbat dibe ku dijminê Kurdan bê desteka ajanên hundirîn nikarin gavekê pêş de werin. Çawa ku sîstema baviksalarî ya PDK’ê tevahî xaka Başûrê Kurdistanê radestî faşîzma Tirk dike, di kiryarên “kuştina siyasî” de xwedî rola berbiçav e. Ji lewra; weke desthilatdar, tevî hikûmeta navendî ya Îraqê berpirsiyariya vê komkujiyê hildigire ku hêman, derfet û koordîneya êrişan dike. Ev yek ne bi dizî, eşkere ye. Dema ku berpirsên ewlehiya Şengalê dibêjin: “Ev êriş ji aliyê MÎT û Parastin û komên hevkar-xiyanetkar ên ji bo MÎT-Parastinê dixebitin hatiye kirin” ew rola her aliyekî di vê komkujiyê de baş dizanin. Ji lewra û bi zanebûneke dîrokî ya parêzwar encamnameya vê komkujiyê wiha vedibêjin: “Ji bo me Parastin, MÎT û DAIŞ heman tişt in”.

Aliyekî din ve îşaretên bi daxuyanî û hêrsa rêvebir û berpirsên ewlehiya Şengalê re derketine, isbat dikin ku êrişkar û hevkarên wan negihane armanca xwe. Berovajî; tekezî li têkoşîna ji bo azadiyê hatiye kirin û sozên bicihanîna xewn û xeyalên pêşengên wê dubare bûne.

Helwest û sekna gelê me, çi li Şengalê û çi li cihekî din dibe, nîşaneya têgihaştineke civakî ji naveroka kiryarên “kuştina siyasî” re ye. Ji ber vê yekê jî isbat bûye ku êdî gelê me, tevî hemû lawazî û êrişên ajanwar, dikare bi hevgirtina xwe ya civakî re rê li ber bicihanîna encamên dagirkeran bigire û vala derxîne. Li hemberî wê bi baweriyek mezin xeta xwe ya parastina rewa qalindtir dike û hêza xwe ya cewherî, çi ramyarî, bîrdozî û çi leşkerî be, mezintir dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.