Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê jin li her qadên jiyanê têbikoşin

06/07/2018
in Uncategorized
A A
Divê jin li her qadên jiyanê têbikoşin
Share on FacebookShare on Twitter

Xebatkara Firina Lîlîtê ya Qamişloyê Semîra Mihemed da zanîn ku ji ber ku ew dixebite û li ser lingên xwe disekine gelekî bextewar e û got: “Heta em jin li ser lingên xwe nesekinin û berxwe nedin em ê ji aliyê zihniyeta feodal û baviksalarî her bên çewisandin. Loma divê jin li her qadên jiyanê têbikoşin.”
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinan di nav xebatên saziyan, siyasetê, civakê de cihê xwe girtin û bi vê yekê serkeftinên dîrokî pêk anîn. Gelek jinên ku di nava çar dîwaran de hatibûn hepiskirin niha bi keda xwe ya pîroz li ser lingên xwe disekinin. Ji van jinan yek jî Semîra Mihemed e. Semîrayê di firina jinê ya bi navê Lîlîtê ku ji aliyê Buroya Jinê ya Şaredariyê di 11’ê Kanûna 2016’an de hat vekirin de dixebite û dibêje ku bi saya xebatê ew bi hêztir bûye û nêrîna wê ya li jiyanê bi aweyekî erênî hatiye guhertin.
Semîr Mihemed a ku 32 salî ye û diya du zarokan e dibêje: “Niha ez dixebitim û bi keda destên xwe zarokên xwe xwedî dikim ev yek ji bo min bextewariyek bê hempa ye. Di destpêka vekirina firinê de me gelek zehmetî kişand lê niha em bi awayekî serkeftî karê xwe didomînin.”
Semîreyê anî ziman ku ew di nava xebatê de wekheviya gelan esas digirin û wiha dewam kir: “Em berê tenê 2 jin dixebitîn lê niha em 4 kes in. Di nav me de jinên Ereb jî hene. Lê em wek xwişkên hev li hev mêze dikin. Dema ku em dixebitin em cudatiyê nakin navbera xwe û em bi awayekî kolektîf dixebitin.”
Semîrayê da zanîn ku Buroya Jinê ya Şaredariyê ji bo wan şanşek baş e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji bo hemû jinan ew e ku di nav çar dîwaran de nefetisin û beşdarî xebatê bibin. Ji bo jin neçewisin divê li her qadên jiyanê têbikoşin.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.