Sîpan Şînda
Civaka Kurd civakek trawmatik e. Erê, êdî trawma ewqasî giran bûye, ji kesî derbas bûye û civak hemû dorpêç kiriye. Ma çawa civak nekeve di nava trawmayê de! Neteweke ku ev sed sal in di nava şer de be, dibe ku ne trawmatîk be! Na, nabe. Ji şerê cîhanê yê yekemîn û hirve, gelê Kurd weke netew, li himberî çar dewletan tekoşîna azadiya xwe dide, di nava şerê man û nemanê de ye. Heroj şer û pevçûn, şîn û girî, qêrîn û hawar, rev û bez, penaberî, mal xirabîn, cih û war talankirin, rahêlana namûsê û malî, revandin, serwindakirin….
Piştî şerê gerdûnê yê yekemîn, Kurdan bi taybetî li bakûr û başûrê Kurdistanê serîhildan û azadiya xwe xwestin. Bi deh hezaran mêrên Kurdan di nava van serhildanan de şehît ketin, jin û zarokên bê guneh hatin qetilkirin, gelek ji wan ji hatin sergumkirin. Serokên serhildanan hatin daleqandin û xeniqandin. Di ser de ji dijminên zalim û bêbext wêneyên wan digirtin û di rojnamên xwe de diweşandin û dixwestin gelê Kurd çavtirsandî bikin û wan bînin rayê. Çi li Başûr, çi li Bakûr, çi li Rojhilat, çi li Rojava, dîmen her yekbûn, tenê cih û dem cuda bûn. Yên diçûn sêdarê her yek bûn, tenê celad cuda bûn. Yên ne dihatin rayê û serê xwe ne ditewandin her yek bûn, yên biryara qetlîaman didan û qetlîam dikirin dîsa heman pergal bûn. Çem û robarên Kurdistanê ji xwînê di herikîn. Qîreqîr û wajewaja zarokên ne sebiqîn di zikê diya wan de milyaket kerr û lal dikirin. Zebaniyên dojehê dikirin qîr û digotin êdî bese, lê belê celadên devilxwîn têr nedibûn.
Ma çawa ev civak nekeve di nava trawmayê de! Dev ji beriya sed salan berde, di vê cîhana mirovahî evqasî pêşketî de ji, heman mentalîte hêj qirêjtire û çi derfetê jiyanê nade Kurdan. Heroj bi dehan cendekên ciwanên Kurdan dikevin erdê. Termê cotên bira, kur û bav, xwih û bira bi hev re dikevin. Bav termê kurî ji çepera tenişta xwe hildide, bira termê xwihê ji çeperê li ser milê xwe radike. Dayîk bi tilîliyan soza berxwedanê dide, zarokên ne baliq bi tiliyên xwe soza serkiftinê didin.
Ma çawa ev civak ne trawmatîk be! Serê dezgirtî li ser milê dezgirtiyê di çeperekê de can dide. Giriyê wê di qirika wê de dibe girê û vediguhere penceşerê. Zava bûkê dihêle li ser pişta zînî û berê xwe dide çeperên şer. Bûk zavê dihêle li cem birazavan û weke teyrê bazî rade nêçîra xwe, xwe di nava dijmin de di teqîne…
Her tim hizin, xemgînî, şîn û girî. Lê kanî ken gelo! Ma ken mirî ye! Erê evan hovan ken ji qetilkirine. Kenê li ser rûyê zarokên welatê min ji kuştine, sergum kirine, di nava wan de hepis kirine. Ne tenê zarokên welatê min, herweha kenê welatê min ji bi sêdearê ve kirine. Bi gazê fetisandine kenê li ser rûyê keç û kurên welatê min di şikevtan de.
Lê bigerin û bibînin wî kenê hatî sergumkirin, wî kenê hatî darvekirin, wî kenê hatî fetisandin. Bibînin wî kenê li ser rûyê bîk û zavayê sê rojî û desthinekirî. Derbêxin tîqlîqa zarokên yek salî ji nava dilê wan. Wan jibîr nekin, lê belê hizna wan ji bê dawî nekin. Bikenin weke zarokekê, tîqlîq. Bikujin wê trawmayê bi wî kenê xwe yê xweş. Bikujin wan dijminan bi tîqlîqa zarokan. Bikenin, bikenin, bikenin!






