Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nanê sêlê ji destên dayîka Zuhre

06/07/2018
in Uncategorized
A A
Nanê sêlê ji destên dayîka Zuhre
Share on FacebookShare on Twitter

Zohre Kose ya 75 salî ku li Dîlokê dikana bi navê “Cihê Dayika Zohreyê” vekiriye û nanê sêlê, nanê malê û tiştên din difiroşe, diyar kir ku jin bi xebatê dikarin ji mêr xelas bibin û got: “Divê jin li malê rûnenên.”
Li Taxa Duztepe ya navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê, Zohre Kose ya 75 salî ku bi navê “Cihê Dayika Zohreyê” dikanek vekiriye, bêyî ku guh bide nexweşîyên xwe dixebite. Kose li dikanê xwe nanê sêlê, nanê malê û tiştên din difiroşe.
Kose, diyar kir ku bijîşkan jê re gotiye li mala xwe rûnê, lê belê wê guh nedaye van gotinan û ji bo muhtacî kesî nebe dixebite. Kose, diyar kir ku dema jin bixebite civak bi çavekî nebaş lê dinere û got: “Ma dema jin bi xwêdana eniya xwe bixebite û pereyan bi dest bixe şerm e?”
MUHTACÎ KESÎ NEBÛM
Kose, da zanîn ku 4 meh in wê dikan vekiriye, lê belê dîsa jî rewşa karê wê baş e û hem ew hem jî xebatkarên wê heqê xwe digirin. Kose, anî ziman ku ew dixwaze jin bxiebitin û divê jin ji malê derkevin û got: “Li cem me tenê mêr dixebite û jin jî li malê ye. Dema jin bixebite gelê me vê yekê wekî tiştekî şerm dibîne. Ez xebitîm û min hemû zarokên xwe dan xwendin. Eger min guh bidana kesên digotin şerm e, min ê nikaribûna zarokên xwe bidana xwendin. Muhtacî kesî nebûm. Min nehişt zarokên min jî muhtacî kesî bibin.”
DIVÊ JIN LI MALÊ RÛNENÊN
Kose, destnîşan kir ku divê jin bixebitin da negirêdayî mêr bin û got: “Pîvaneke ku tenê dê mêr bixebite tune ye. Divê jin li malê nemîne. Divê jin bixebitin. DIvê êdî civak dev ji vê fikrê berde. Tiştekî wekî ku mêr azad û jin girtî ye tune ye. Ma jin ne mirov e? Jin jî û mêr jî xwedî heman mafan e.”
Hatîce Ozturk ku li cem Koseyê dixebite, anî ziman ku piştî hevjînê wê miriye ew li kar geriyaye û got: “Fikreke ku jin bixebite şerm e, tune ye. Jin jî dikare bxiebite. Jin ne muhtacî tu kesî ne. Jin bi tena serê xwe dikare li ser piya bisekine. Tenê bila xwestek hebe.”…MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.