Zekî Bedran
Li Sûriyê nediyariya siyasî û xizanî gel dixin zorê. Şerê li salan belav bûyî, welatekî wêranbûyî û ambargo nahêlin gel bi hêvî li paşroja xwe binêre. Ji bo çareseriya van pirsgirêkên giran bernameyeke rêveberiya Şamê jî nîne. Derdê Şamê xurtkirina rêveberiya navendî û serdestkirina wê li seranserê welat e. Derdê wê yê sereke desthilat e û her tişt vegere berî 2011an. Dev ji sîstema Beesê ya yekpartî û navendîbûna pir xurt bernade.
Çavkaniyên abor jî ji bo liserpiyamayîna desthilatê tên bikaranîn. Pêkanîna pêdiviyên gel yên sereke û domandina jiyana wî ji bo Şamê ne der de. Bi milyonan mirov nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Ji ber hişkbûna îsal pirsgirêkên debara gel jî giran bûn. Bi bilindbûna nirxê dolar re xizaniya gel jî kûr bû.
Li bakur-rojhilatê Sûriyê rewşa gel ya aborî ji herêmên di binê desthilatiya rejimê de baştir bû. Lê hişkayiyê bandor li van herêman jî kir. Çandinî çavkaniyeke girîng ya xebatê û hatinê bû. Bi paşketina çandiniyê tişteke ku vê telafî bike û qadeke din jî ya kar nîne. Bihayê tiştan bilind, hatina gel kêm dibe. Ev jî debarê pir zehmet dike.
Rêveberiya Şamê gotûbêj tev rawestandine. Ti kes nikare pirs bike ka wê çavkaniyê hatinê çawa bûn xerckirin û ti kes nikare rexne bike. Yên li derdora rêveberiyê dewlemend dibin û piraniya gel xizantir dibe. Dema hêviya gel nemîne yan wê stûyê xwe ji jiyaneke bi perîşanî re xwar bike, yan wê çavê xwe berde derketina ji welat. Li herêmên bandora Rêveberiya Xweser lê heyî rewş pirtir tê dîtin. Herî kêm li van herêman tê axaftin û nîqaş tê kirin. Li aliyekî gef û êrişên dewleta tirkî û li aliyê din derdorên koçberiyê teşwîq dikin, dixwazin herêm bûn valakirin. Lê pirsgirêkên aborî jî hane.
Rêveberiya Şamê li şûna ku çareyekê ji pirsgirêka aborî re peyda bike dixebite li herêmên rêveberiyên xweser pirsgirêkê kûrtir bike. Ji malê tê van herêman bacê distîne. Li ser deverên weke Şehba ambargo daniye. Ambargoya derve ne bes e, ser de di hundir de jî ambargoyê datîne. Ev bihayê tiştan girantir dike û gel jî xizantir dibe.
Rêveberiya Şamê destûrê nade ku gel tevlî nîqaşan bibe û agahiyên rast bigire. Ragihandin tev di binê kontrola wê de ye. Destûrê nade ku nêrîneke cuda derkeve. Çawa ku di vê rewşa Sûriyê de ti sûcên wê tinebin wisa tev digere. Her tiştî dixe stûyê hêzên derve û hevkarên wan.
Rejim ku her tiştî wiha dike navendî û barê dewletê giran dike wê ber bi kû ve biçe? Amerîka û Ewropa jî di navê de giraniya dinyayê navendîbûnê kêm dikin. Her ku rêveberiyên herêmî xurt bibin û rêveberî di ciyê xwe de pêk were wê tevlîbûn û kontrola gel jî pirtir bibe. Weke din wê welat demokratîk bibe û çanda wê pêş bikeve. Li welatekî weke Amerîka gel waliyan hildibijêre. Polîsên federal jî hene lê ewlekariya hundir polîsên herêmî pêk tîne. Ji sîstema perwerdeyê heta budçeyê rêveberiyên herêmî selahiyeta xwe bi kar tînin. Bi vî awayî her ku civaka birêxistin pêş dikeve demokrasî jî xurt dibe. Her ku dewlet diwerime gel jê dûr dikeve û dibe biyaniyê wê.
Rêveberiya Şamê rewşa Sovyetan baş dizane. Lewra dema Sovyet li ser piyan jî navbera wan xwş bû. Yekîtiya Sovyetan çima roxiya? Gekek ders hene ku jê bên derxistin. NATO û tevayiya hêzên leşkerî yên dinyayê bibûna yek wê nikaribûna Sovyetan biroxînin. Çekên wan yên Nûkleer jî hebûn. Hêza Sovyet roxandî werimandina dewletê tinekirina zindîbûna civakê bûn. Bi mezinbûna dewletê re gel xurt nebû. Tersê wê mirov û civak piçûk û lewaz bûn. Dema civak bibe biyaniyê sîstemê wê ew sîstem bêxwedî bimîne û biroxe biçe. Deh milyon endamên partiya komînist hebûn. Li cihanê partiya herî zengîn bû. Digel wê sîstem giriha û Sovyet hilweşiyan. Di gel partiyê her kes di bin de ma.
Li Sovyetan malê taybet tinebû. Li welatên mîrasa wê girtîn niha milyoner û milyarderên dolaran derketine. Ev serwet ji kû anîn? Rêveberên dewletê yên berê û endamên partiyê dewletên xwe şelandin û talan kirin.
Li Şamê yên desthilat û derdorên wan tineyî û xizaniyê nas nakin. Bi bêdengkirina gel û berûvajîkirina rastiyan dihizirin xwe bigihînin kû? Dawiya vê nîne. Rejimên li Rojhilata Navî pirên wan ji hev dikevin. Li Tirkiyê Erdogan ku dixebite rêveberiyeke despotîk ava bike niha ber bi roxînê ve diçe. Bi hilbijartineke normal şansê wî yê serketinê nemaye. Gel alîgirê azadî û demokrasiyê ye. Rêveberiyên navendî nikarin demeke dirêj li ser piyan bimînin. Ji bo wê bi qasî nan û avê pêdiviya gelê Sûriyê bi azadî û demokrasiyê heye. Divê Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û demokrat bizanin ku dayiya şer û xizaniyê di demokratîkbûnê re derbas dibe. Li hemberî xizanî û gendeliyê têkoşîneke bibandor lazim e.






