Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HATAY (Lîwa Iskenderûn)

08/12/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
AKP Tirkiyê, PDK jî Kurdistanê difiroşe!
Share on FacebookShare on Twitter

Di vê hefteyê de daxwiyaniyek ji aliyê Meclisa Gel a Sûriyeyê ve hat dayîn û gotiye: Ji bo ku em HATAY’ê ji destê Tirkiyeyê derxin, emê her derfetê bidin xebitandin!

Dîsa weke her carê qîrin bi nijadperestên dewleta Tirkan ket û gef li rejîma Şamê xwarin. Gotin; em metreyeke ji xaka xwe nadin û hwd.

Van gotinên faşîstên dewleta tirkî êdî kes gelek ji xwe re nakin xem. Lê ya balkêş kesên ji gelê wê herêmê, mîna Parlementerê AKP’ê yê Hatayê Huseyin YAYMAN û Şaredarê Hatayê, ji nijadîstên tirka pirtir dikin qîrin e.

Hilbet Kurdistanî van mînakan baş nas dikin. Jiber ku li Kurdistanê van kesên wisa zêdetirin. Keryak weke M.Metiner, O.Miroglu û hwd.hene ku ji nasnama xwe dûrin û ketine xizmeta desthilatiya AKP-MHP’ê.

Hilbet hinek mînakên din jî gelek xemgîn ên weke ya Hesen Xeyriyê Dêrsimê jî hene. Jiber ku di wê demê de ji Mistefa Kemal re, him li hundur him li derve hewcedariya wî bi hêza Kurdistaniyan hebû û ji bo xapandina raya giştî  dibêjin “bi cilê kurdî weke parlementerê Kurdistanî werin meclîsa Enqereyê”!

Paşê dibînin ku nikarin di xizmeta xwe de bidin xebitandin, Hesen Xeyrî û nûserê wî Mihemet Axa, bi tawana; jiber ku cilê kurdî li xwe kirine wan li sêdarê didin. Lê Diyab Axa dikeve xizmeta wan, Mistefa Kemal li rex xwe cih dide wî û li gor dilê xwe bikartîne.

Dewleta tirka, ji despêka damezrandina xwe ve heta îro jî, bi siyaset û zihniyet û hilwesta dijî mirovahî êrîşî gelê Kurdistanê û tevgerên rizgariya wê û kesayetiyên bi rûmet kiriye.

Hema yekser em werin vê dema rêveberiya faşist û nijadperest a AKP-MHP’ê, em ê bibînin ku bi şêwazên hîn dijwartir û xerabtir êrîş dike.

Hema mînaka gelek dişibî mijara vê gotarê, dema pêvajoya çareseriyê ye. Bi taybetî di kesayetiya HDP’ê de bi vê zihniyetê êrîşên xwe dan meşandin û hîn jî dewam dike.

Bi kurtayî AKP û HDP’ê, ew pêvajo hemû bi hev re hûnandin û birêve birin. Lê bi kurtayî weke mînaka Hesen Xeyrî, bi heman şêwazê ew tawanbar kirin û hejmarek mezin rêveberên HDP’ê û kesayetên di vê pêvajoyê de xebitî bûn girtin û hîn jî di zîndanan de ne.

Di vê demê de jî yên weke Diyab Axa, li her çar parçeyan hene. Bi taybetî Rêveberiya Başûr û ENKS‘êya Rojava, li gel qirkerên AKP-MHP’ê xizmetek ji ya zemanê Ataturk zêdetir dikin.

Îca em bala xwe bidin rewşa gelê Kurdistanê û Tevgêra Azadiyê, êdî ne weke wê dema berê ne. Ji serpêhatiyan ders standine, bûne xwedi hişmendiyek hêja û xwedî rêberî û tevgêra pir bi hêz in.

Jiber ku bênavber raserî ewqas êrîşên qirker hatin û Rêberî jî 23 sale di zîndanê de ye, dîsa têknaşkê, berovajî, pêşve diçe.

Erê divê mirov ji nakokiyên navbêna dagirkeran sûd bigire, lê nabe jê bi hêvî be.

Jiber ku gotinên van qirkeran ne cihê baweriyê ne. Ma hema mînaka dawî, gelo rejima Şamê dagirkeriya dewleta tirka ya nuha teze li Efrinê, Serêkaniyê, Grêspî, Cerablûs û hwd.nabîne û di ser vanan re gav dike derbasî 82 salan ya Hatayê dibe?

Tew bê eyb û bê şerm, ew dewletên dagirker her dibêjin “em hustek xaka welatên xwe nadin ti kesî” û fort û gefa dixwun! Li ser xaka gelê Kurdistanê, ew bazarê dikin, de kerem bikin!

Di encamê de divê gelê Kurdistanê, xwe li hêviya ti kesan ranegire û êşa xwe bi destên xwe bixwurîne!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.