Koma Botan ev 35 sale weke çemekî bo coş diherike û dibe deng û rengê civakê. Bi stranên xwe yên gelêrî û şoreşgerî cihekî taybet di hunera kurd ya hemdem de girtiye. Koma Botan a ku 1983’an de li Kobanê hat damezrandin, 35’emîn salvegera xwe pîroz kir.
Bi boneya salvegera 35’an a damezrandina Koma Botan li navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido şahiyek hat li dar xistin.
Koma Botan di sala 1983’ an de bi tevlêbûna 6 endamên ji kantona Kobanê hate ava kirin. Ji wê demê ve û heta niha tevî şert û mercên zehmet gelek berhemên çandî afirand û bû bingeheke sereke ya parastina çanda herêmê pêk anî. Niha jî bi dehan endamên komê hene, di heman demê de gelek beşên wê yên taybet hatine vekirin. Di komê de gelek endam têne perwedekin û hin ji wan êdî bûne hunermendên naskirî di nava civakê de.
Endamên Koma Botan bi boneya salvegera xwe ya 35’an şahiyek lidar xistin. Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanê Enwer Mislim, hevserokên TEV-DEM’ê Eyşe Efendî û Ehmed Şêxo jî di navd de bi sedan welatiyên katnonê beşdarî şahiyê bûn.
Şahî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê TEV-DEM’ê Eyhan Kobanê axivî û 35’emîn salvegera Koma Botan pîroz kir û daxwaz ji her kesî kir ku xwedî li çandê derkevin.
Paşê sînevîzyonek li ser xebatên komê ku ji arşîvê hatiye amadekirin, hate pêşandan. Di şahiyê de endamên komê berhemên xwe yên çandî pêşkêş kirin.
Di dawiya şahiyê de Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê endamên herî kevin ên Koma Botan xelat kir.






