Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêwestiya civakê bi zanistiyên hunerî heye

06/07/2018
in Uncategorized
A A
Pêwestiya civakê bi zanistiyên hunerî heye
Share on FacebookShare on Twitter

Akadimî cihê zanist, hizir û ramiyariyê ye, da ku mirov kesayet avabike û pêşbixe û di encama kar û xebatê piratîkî de ew berhem dide diyar kirin. Akadimî ne mîna dibistan û zaningehê ye, wateya akadîmî ji van cudaye ji bo wê jî Pêwestî bi zanistiyên hunerî di civata Kurdî de heye, da ku civak li pêşkeve. Yek ji van Akadimiyan Hunerê ya Ş.Yekta Herekol li bajarê Terbespiyê ku ev sê salin hatiye vekirin û du dewreyên hunerî bi dawî kirine.”
AKADİMÎ
ASOYEK FEREHE
Girêdayî mijarê Rêvebirê Akadimiya Hunerê ya Ş.Yekta Azad Dêrism ser girîngî, armanc û guhertinên ku di dewreya sêyemîn de bêne kirin ev agahî dan û got: “Akadimî ji hemû dibistan û zaningehan cûdaye, ji bo wê pêwîste girîngiyek cuda bidinê. Ku em herdu dewreyên derbas bûyî binrxînin, li gorî girîngiya akadimiyê şagirt û civak nîzîkatiyek seranser jêre digire, her wiha civakek her bindest jiyan kiririye, ji zanist, felsefe, raman û huner kêm hatiye hiştin, dibe sedemên lewaz bûn astên mamoste, şagirtan û nerîna civakê ji zanistê re.”
SEDEMA TEMEN Û ASTA TENÊ 24 ŞAGİRT TEVLÎBÛN
Azad da zanîn ku akadimî di sala 2015’an de li bajarê Qamişlo hate vekirin, lê ji ber dema dewreyên perwerdê saleke heye niha tenê du dewre hatin bi dawî kirin. Û wiha pêde çû: “Di dewreya yekemîn de 5 beş wekî mûzîk, şano, govend, sînema û wêne, her wiha di bênderê de jî perwerdeyên bîrdozî ji şagirtan re dihate dayîn. Dewreya duyemîn bi 40 şagirtî destpêkir, lê ji ber kêm asta û temenê biçûk nehatin pejrandin û wiha 24 şagirt di akadimiya Yekta de dewre dîtin, ku dewreya duyemîn di meha Çile de bi dawî bû.”
Jİ RAMANBÛNA TENG AST LAWAZ MA
Azad bal kişand ser kêmasiyên ku di dewreya duyemînde derbasbû û wiha got: “Dewre wekî nîtelîk başbû, lê ji ber di milê temen piranî ciwanên nû hatî bûn, di astên hizir û girîngiya akadimiya Hunerê de lewaz bûn. Me di nav beşên hunerê de girîngî da milê bîrdozî da ku asta hizir pêşbikeve û dîroka çanda xwe binasin. Ev jî ji sedema ku carna civak an jî malbat di çarçoveyek malabtî û aborî teng difikire.”
MERCÊN TEVLÎBÛNÊ BÊNE GUHERTİN
Azad da aznîn ku şagirtên ku derwereya duyemîn bi dawî kirine her yek li bajar û navendên xwe bi rengekî akadimî wê endamê perwerde bikin û projeyên nû avabikin û wiha dom kir: “ji bo ku em van pirsgirêk û lawaziyên di dewreya yekemîn û duyemîn de derbas bikin, dê emê di dewreya sêyemîn de guhertin çêbikin. JI bo wê jî rêzîkname, şert û mercên nû ji bo tevlî bûna şagiratn ji akadimiyê re tê amedekirin.”
RÊZÎKNAMEYA AKADİMİYÊ TÊ
GUHERTİN
Azad Dêrisim bal kişand ser hind guhertinên ku di dewreya sêyemîn de bêne kirin û wiha got: “Dewreya sêyemîn dê dawiya meha Tebaxê destpêbike, her wiha rêzîknameya akadimiyê jî li gorî pirgirêk û tecrûbeya herdu dewreyan hate guhertin. Demê perwerdê ji salekê bû 15 meh. Her wiha ji 5 beşan beşa wêjeyê lê zêdebû û bûne bû 6, her wiha temenê şagirtan ji 18 heya 40 salî tevlî akadimiyê bin, di heman demê de jî hazirtiya meteryalê beşan jî bêne perwerde kirin.”
HEYA 100 ŞAGİRTÎ DİPEJİRÎNİN
Azad Dêrsim wiha bi dawî kir: “Ji bo hazirtiya meteryal jî, komîna şano yê beşê şano, komîna Govendê beşa govendê, yakîtiya rewşenbîran ya wêjeyî û wênesazî…hwd. Her wiha hewldanên me hene ku mamosteyên di hunerê de pispor ji bo akadimiyê bînin, lê jiber ambargoya sînorê rastî astengiyan tên. Ji bo hijmara qebul kirina şagirtan pêwîste her beş ne kêmî 10 şagirtî bin, 6 beşên hene dê ji 60 heya 100 şagirtî qebûl dikin.”

Melek DEMÎRTAŞ

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.