Rojnameya Ronahî

Li Hesekê semînera “Korona û tedbîrên parastinê”

Bi dirûşme “Korona û dîtinên paşrojê yên parastinê”, Yekîtiya Rewşenbîran ya Herêma Cizîrê-Şaxê Hesekê, semînerek organîze kir.

 

Bi armanca hişyarkirina şêniyan ji nexweşiya vîrusa Koronayê, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê –Şaxê Hesekê, semînereke bi navê “Korona û dîtinên pêşerojê” da.

Semîner li parka Xwendinê ya taxa Til Hecer bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin, semîner ji aliyê bijîşk Taha Hisên ve hate dayîn.

Bijîşk Taha Hisên behsa xeteriya vîrusa Korona (Covid-19) û rêbazên xweparastinê kir.

Hisên got: “Dema ku mirov bi vîrusa Koronayê dikeve, nîşaneyên mîna ta, kuxik, westandin, zehmetiyên nefesê, êşa laş, serme, îltîhaba lozat, gêjbûn û êşa sîngê lê xuya dibin. Nîşaneyên vîrusa Koronayê ji 2 rojan heya 14 rojan xuya dibin.”

Têkildarî xweparastinê jî Dr. Taha Hisên got: “Dibe ku derzî mirov ji vê vîrusê biparêze, lê heger bi vîrusê ketibe dibe ku nexweşiyeke girang çêke.”

Dr. Taha Hisên bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê ji vîrusê bigirin.

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

ANHA