Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê budçeyeke ji 300 hezar dolarî ji Şaredariyên Gel yên Herêma Başûrê Kantona Hesekê re, ji bo pêkanîna projeyên 2022`an veqetand.
Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê bi riya saziyên xwe yên li tevayiya bajar û navçeyên kantonên Qamişlo û Hesekê, xizmetên sereke ji welatiyan re pêşkêş dikin, nexasim li herêmên başûrê kantona Hesekê ku dema serweriya çeteyên DAIŞ`ê zirar dîtibûn.
Bi armanca başkirina xizmetên ji herêmên başûrê kantona Hesekê re, Şaredariyên Gel ên bajarokên Şedadê, Mergeda, Ebdan û Til Şayîr bi rêya şaredariya Şedadê budçeya sala 2022`an beriya herêmên din wergirt. Ev budçe ji aliyê Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê ve hatiye veqetandin.
Şaredariya Gel a Navçeya Şedadê budçeya 2022`an li gorî hewcedariya her şaredariyeke herêmê û plansaziya xwe, belav kir. Gerînendeyê Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariyê Emîn Bîlal da zanîn ku Şaredariya Gel a Şedadê jî para xwe wergirt.
Emîn Bîlal destnîşan kir ku Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê budçeya 300 hezar dolar ji şaredariyên herêmê re veqetand. Bîlal diyar kir ku ev pere li gorî projeyên plansaziya 2022`an li şaredariyên Ebdan, Til Şayîr, Mergeda û Şedadê hate belavkirin.
Emîn Bîlal têkildarî budçeya ji şaredariyan re hatiye veqetandin wiha got: “Şaredariya Gel a Ebdan 45 hezar û 500 dolar wergirt, da ku rêyên bajarok û gundên wê bi qumê (xîzê) dagire. Her wiha Şaredariya Gel a Til Şayîr jî 50 hezar dolar wergirt da ku rêya Deşîşe ya Şedadê sererast bike û qîrê jê re dabîn bike.”
Emîn Bîlal ev li gotina xwe zêde kir: “Şaredariya Mergeda jî 75 hezar û 500 dolar wergirt, da ku Kanalizasyonên bajarok û gundên wê sererast bike, ji ber ku di pêvajoya salên şer de hatin xirabkirin.”
Derbarê Şaredariya Gel a Şedadê de Bîlal da zanîn ku budçeya herî zêde jê re hate veqetandin ku ew jî 103 hezar û 500 dolar e û wiha dewam kir: “Ji ber ku di warê xizmeta erdnîgarî de ya herî mezin e û nifûsa wê li hemberî şaredariyên din zêde ye. Budçeya mayî jî ji bo pêkanîna projeyên awarte hate veqetandin.”
Gerînendeyê Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a Şedadê Emîn Bîlal wiha axaftina xwe dewam kir: “Budçeya Şaredariya Gel a Şedadê dê li ser gelek projeyan were belavkirin, ji wan projeyan; ji nû ve sazkirina kanala sereke ya kanalîzasyonê ku ji beriya 40 salan ve ye û jê re 45 hezar dolar hate veqetandin. Her wiha gelek rê dê bi qûmê (xîzê) werin dagirtin, pêkanîna projeya rêya kaniya ku li ketina rojavayê navenda navçeya Şedadê ye.”
Şaredariya Gel a Navçeya Şedadê 14`ê Mijdarê dest bi sazkirina rêya ketina rojavayê navçeyê kir. Dirêjahiya rê jî 3 km e û 12 hezar dolar lê hate xerckirin.
Hevseroka Şaredariya Gel a Şedadê Sena Hisên piştrast kir ku şaredarî nîqaşa sererastkirina rêya Sîha ya bajarokê Ebdan bi dirêjahiya 2 km dike.
ANHA