Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanc bêfikirhiştin e

05/12/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Pirsgirêk rêbaz e, ne azadiya gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Xeterên rasteqîn ên ku dikarin têkoşîna gelan asteng bikin û ta radeyek dûr têk bibin, ne êrişên dijmin û hevsengiyên siyasî û leşkerî ne. Bêvînî, bêhelwestî û pasîfîzekirin civakan tine û bênirx dihêlin. Bêguman rê û rêbazên pasîfîzekirina civakan gelek in. Bi serperştiya odeyên şerê taybet û bi pêşxistina mekanîzmayên qirker ên tinekirin û kokqelandinê, bê şer û bê mesrefên veguhestina leşker û alavan encamên gelek li pêş bi dest dixin. Eger civaka ku rastî êrişa van odeyan tê li hemberî vê cureya îmhayê kelehên parêzbendiyê ava neke, dê li ber lehiya asîmîleker biçe û bihele. Ji lewra girîngtirîn û pêştirîn gava ku bête avêtin; avakirina sîstema “Parastina Cewherî” ye. Bi şêwazên rêxistinker û xuliqkar ku di bin hemû şert û mercan de sîstema berevaniyê li gorî tundî, şikil û cureya êrişan xwe nûkirin e. Wê çaxê dikare were gotin ku ev ferd an civak têkneçûyî ne. Bêguman herî zêde civakên bindest kêlî bi kêlî rûbirûyî êrişên bi vî rengî ne. Armanc her tim yek e, têkbirina vîn, bîr û baweriya azadî û serfiraziyê ye.

Mêtinger ta ku mêtingeriya xwe rewa bike, di serî de berê xwe dide homojenkirinê. Ango hemû zindiyan di nava hev û din weke hev dike û êdî ti ferqa û cudahiya mirovekî ji “haşa” lawirekî namîne. Kengê wexta serjêkirinê were serî li ber kêrê diçemîne. Lê mêtinger tenê bi vê jî qayîl nabe? Pêwîst e her serî li ber kêr û şûrê celadan çemandî be. Ji lewra rêbazên “bê fikirkirin”ê bi pêş dixe. Yek ji van çekên têkbirina bîra civakê jî; pêşxistina cureyên qumar û kabê ye. Bi taybetî jî di civakên ku di nav têkoşîna azadî û demokrasiyê de ne. Her wiha civakên ku di têkoşîna xwe ya azadiyê de xwedî nirx û berdêlên giranbuha ne, mêtinger  bi hemû hêza xwe êrişî wan dike. Di serî de ji axê dûr dixe. Talan dike û diqelîne. Ji bo rê li ber rabûn û reaksyoneke muhtemel a li dijî xwe bigire, li koçberî û sirgungehê de jî êrişan pêk tîne. Çawa ku şêniyên Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û deverên dîtir ên Sûriyê li bajarên xwe rastî êrişên dagirkeriyê hatin, îro jî ew êriş li penabergehan bi awayekî hê hovtir û xeternaktir dewam dikin. Mêtinger kêlî bi kêlî hewl dide di van civakên bi zorê hatine koçberkirin de sûcên kuştin, narkotîk, alkol, mîlîtarîzekirina zarokan, gendeliya darayî û idarî, afirandina kirîzên aborî, kabê û qumar, pirsgirêkên exlaqî û jirêderketinên pir cidî bide avakirinê.

Armancên mêtingeran her kûrkirin û mayîndekirina dagirkeriyê ye. Lê dema rêbazên me yên xwenûkirin û rêgirtina li ber van êrişan dubarekirî û kevneperest bin, wê çaxê meydan ji niyetên qirker ên mêtingeran re vala dimîne û civak têk diçe. Ji lewra; bi qasî hewceya me ji av û hewayê re heye, hewceya me ji nûjenkirin û xuliqkariya parastina cewherî ya bi rêbazên “Şerê Gel ê Şoreşgerî” jî heye. Pêwîst e derhal kun, quncik û baceyên fesadiyê werin xetimandin ku rêya mudexeleya dijmin bê birrîn û destên wî yên di nav qirika civaka me de werin qutkirin.

Dijmin hewl dide bi van reftarên xwe ferd û civakê kedî bike û halê ku xistiyê pê şêrîn û xweşik bike. Ango li hemberî dagirkerî, talanî û qirkirinên xwe bê hizir, bê fikir û bê bertek bihêle. Eger em jî bê sekin û helwest bin, wê çaxê ji amûrekî objektîf ê wan odeyan wêdetir, em nikarin xwe pênase bikin!!!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.