Rojnameya Ronahî

‘Desthilata Başûr herêm kiriye navenda MÎTa tirkî û sîxuran’

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Heme Reşîd got, di navbera welatî û hikûmetê de bêhêvîbûneke mezin çêbû ye. Herwiha sedemên xwepêşandanan gendelî, zordestî û nedemokratîkbûna deshilatê ye. Desthilatê herêma başûrê Kurdistanê kiriye navenda sîxûrî û MÎTa tirkî. Ya desthilatê li ser piyan dihêle jî desteka dijminan e.

`Desthilatê gendelî û dizî rewa kirine`

Têkildarî rewşa dawî ya başûrê Kurdistanê û xwepêşandanên xwendekaran, siyasetmedarê serbixwe Adil Heme Reşîd ku ew jî çalekvanekî van xwepêşandanan e, ji rojnameya me re axivî.

Heme Reşîd teqez kir ku li seranserê Başûr li hemberî siyaseta desthilatê nerazîbûn heye û siyaseta hikûmetê wiha nirxand: “Pirsgirêka di navbera welatî û desthilatê de ne aborî tenê ye. Ji ber siyaset û kiryarên desthilatê yên li dijî welatiyan, di nava gel de bêhêvîbûneke mezin çêbûye. Di encama desthilata 30 salî de, nedemokratîkbûn, gendalî (dizî) û lîstina bi jiyana welatiyan pir bûye. Herwiha ragihandina aboriyeke serbixwe qaşo ji aliyê desthilatê ve, 2014an zirara herî mezin li welatî, karmend, mamoste û xwendekaran kir. Tersî wê jî kesên ser desthilatê ve ji gendelî û diziya rewakirî sûdmend in. Mixabin bi serkêşiya Mesrûr Berzanî  ev rewş rojbiroj dijwartir û xerabtir dibe, barê welatiyan jî girantir dibe. Hema tenê maye ku desthilat hewayê jî bifiroşin walatiyan. Desthilat li hemberî vê qeyranê jî tenê xwedî dirûşm, derew û xapandinê ye. Ti xwestekên wê yên ji bo çareseriyê nînin.”

`Bi çek û fîşekan bersiva xwepêşandêran dide`

Têkildarî bersiva Hikûmetê ji xwestekên xwepêşandêran re de Adil ev şirove kir: “Li hemberî siyaseta desthilatê, gel bêdeng nema û ji 2011an ve ji bo bidestxistina mafên xwe çalakiyan dike û nerazîbûna xwe bi şêwazên cuda did diyarkirin. 20’ê Mijdarê li seranserê  bajar û bajarokên herêmê xwendekar, çalakvan û pêkhateyên cuda xwepêşandan pêk anîn. Lê mixabin ji xwepêşandanên 2011an heta îro helwesta desthilatê nehatiye guhartin. Desthilat bi çek, fîşek û zorê bersiva mafên rewa yên xwepêşandêran dide. Bi şêwazên herî qirêj (êriş, lêdan, işkence û bi destgîrkirin) xwestin dengê gel qut bikin. Ev teqez dike ku desthilata Başûr bi çavê dijminê gelê Kurd li mafê xwepêşandêran dinêre.”

`Destê li dijî xwepêşandanan, destê zordestiya deshilatê ye`

Li ser daxuyanên rayedarên PDKê ku gotibû, destekê hêzên herêmî li pişt van xwepêşandanan e siyastmedar ev got: “Daxuyaniyên rayedarên PDKê xapandin e û armanca wan reşkirin û nerewakirina xwepêşandanan e. Bi heman hişmendiyê saziyan reş  dike û bi komployan sazî û baregehan dişewitîne. Ji aliyekî ve dibêjin xwepêşandêr baregeh û sazasiyan dişewitînin, ji aliyekî din ve dibêjin hêzên herêmî û navneteweyê li pişta van xwepêşandanan in, lê ya rast ew e ku hêza xwepêşandanan ji êş û derdê civakê ye.”

`Yê destekê ji derve digire desthilat bixwe ye`

Adil eşkere kir ku rojbiroj derdikeve ku desthilata Başûr hêza xwe ji dijminên gelê Kurd digire û rêûrêbazên dijmin li dijî gel bi kar tîne. Adil Heme Reşîd axaftina xwe wiha qedand: “Desthilatê herêma başûrê Kurdistanê kiriye navenda sîxorî û ajantiyê; hêzên dijminên Kurdan tev derbasî xaka herêmê kirine û serbestî daye tevgera wan. Dema dewleta tirkî ya dagîrker ku dijmina Kurdan e, li hemberî Kurdan bin ket wê demê divê deshilata başûr jî bizane êdî kesekî ku pişgiriya vê zulma wê bike namine. Niha jî ne bi piştgiriya dijminê gelê Kurd be, wê di demeke kurt de gelê herêmê desthilatê hilweşîne û van kesên desthilatdar dersînor bike. Bêguman mafê xwepêşandanan rewa ye û li hemberî siyaseta vê desthilatê wê çalakî û bertekên gel bidomin û serkeftin jî wê ya gel be.”