Rojnameya Ronahî

‘27ê Mijdarê bû roniya rêya têkoşina azadiya jinan’

Jiyan Ebas-Qamişlo

Ibtisam El Hisên: Jin bi salan di binê zordariya hişmendiya serdest ya mêr de ma. Jina ku pêşengiya civakê dikir, kirin kole û bêwate kirin. Dîroka têkoşîn û berxwedana wê wenda kirin. 27ê Mijdara 1978an bû roja jidayîkbûna jinan. Dîroka bi salan hatî jibîrkirin, êdî bi tîpên zêrîn tê nivîsandin.

Li her cihê cîhanê gelê Kurd 27 Mijdarê wek cejin pêşewazî kir û şahiyên pirozbahiyê li dar xistin. Pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê li her çar aliyên bakur û rojhilatê Sûrî jî hatin lidarxistin. Rêber Apo di avakirina pergela PKK’ê de têkoşîna azadiya jinê esas girt û li ser vê yekê salvegera damezrandina PKK’ê ya 43’yan çawa gelê Kurd ji xwe re wek vejîn pênase dike, jinên azadixwaz jî ji cinsê xwe re wek vejîneke nû pênase dikin. Têkildarî vê mijarê Rêvbera Kongreya Star ya Kantona Qamişlo Ibtisam El Hisên

“Heta jin azad nebe civak azad nabe”

Ibtisam El Hisên wiha axivî: “Damezirandina PKKê destpêka meşa azadiyê ya jina Kurd bû. Rêber Apo, dîroka jinê ya bi destê zilamê serdest hatî nivîsandin û rastiya wê di nava rûpelên dîrokê de veşartî mayî, ji nû derxist holê û got, ‘Heta jin azad nebe civak azad nabe.’ Li ser vê bingehê jinên Kurd li seranserê Kurdistanê bi awayekî çalak tevlî nava refên PKKê bûn. Jinên rojavayê Kurdistanê yên herî bişans bûn. PKKê 20 salan li Rojava karê siyasî û rêxistinî kir. Ji bo jina Kurd ev derfetiyeke mezin û gaveke dîrokî bû. Hevalên jin yên destpêkê ji Rojava tevlî tevgera azadiya Kurdistanê dibin, Rûken Efrîn, Dîcle Eyno, Peyman Kobanê, Fîdan Efrîn in. Herwiha şehîdên destpêkê ne. Tevlîbûna Dîcle Eyno bandoreke mezin li kobanê kir û li dijî hişmendiya eşîrtiyê bû. Armanca wê jî şkandina vê hişmendiyê bû.

Ibtisam wiha domand: “Cara yekê di sala 1987’ê de li rojavayê Kurdistanê wek jin Fîdan û Rûken Efrîn tevlî PKK’ê dibin. Bandora her du hevalan jî di nava malbat û civakê de mezin bû. Bi aweyekî canbexşan şer kirin û şehîd bûn.”

“Di her malbatê de jin ya herî welatparêz e”

Ibtisam li ser bandora analîzên Rêber Apo û tevlîbûna jinan jî wiha got: “Di pêngava duduyan ya têkoşîna jinê ya sala 1987an de, analîzên Rêber Apo yên li ser jin û malbatê pir pêş ketin. Di wê pêvajoyê de xebata rêxistinî dest pê kir û tevlîbûna jinan pir bihêz bû. jin di aliyê parastina netew de xwedî rolekî mezin e. ji ber wê di her malbatê de jin ya herî welatparêz e. Girêdana jinan bi şehîdên tekoşina azadiyê ve xurt e û hestên wan yên tolhildanê pir li pêş in.  Rêber Apo jî ev rastiye bi dahurandinên xwe pêşkêşî gel û tekoşina azadiyê kir. Ji ber wê jin bû pêşenga tekoşina PKK’ê.”

Ibtisam gotina xwe wiha domand: “Sala 1990î tevlîbûn bi girseyî çêbû. Bi sadan jin tevlî kar û xebatê bûn. Wê demê Çinar Amûdê, Bêrîvan Şam, Şîlan Amûdê, Rîhan Amûdê, Şîlan Kobanê û bi sedan hevalên din tevlî  dibin. Êdî ne ji bo çûna şer tenê, ji bo karê rêxistinê her kes tevlî dibe. Di wê pêvajoyê de Bêrîvan Egal gelek komîteyan ava kirin û ji bo perwerdê gelek jin rêkirin Akademiya Mahsum Korkmaz. Jinên Rojava li ser vê bigehê û bi desteka Rêber APO gavên dîrokî avêtin.”

“Jina li Rojava xwediya mîrasekî mezin e”

Rêvbera Kongreya Star ya Kantona Qamşlo Ibtisam El Hisên di dewama axaftina xwe de wiha diyar kir: “Li dijî zordariyê her tim şoreş çêdibin. Di tevayiya şoreşan de jinan cihê xwe girtiye. Lê mixabin di encmê de mafê wan wenda bûye. Cudayiya di navbera şoreşa Rojava û şoreşên din de çi ye? Şoreşa Rojava pirsgirêka jinê li ser pergala Rêber Apo ji koka ve girt û jinan jî rêxistinên xwe yên xweser ava kirin. Jina li Rojava xwediya mîrasekî mezin e. Rêber Apo 20 salan li vê qadê têkoşîn kir. Ji bo azadiya jinê, bi sedan jinên pêşeng yên mîna Şehîd Şîlan Kobanê, Şehîd Dîcle û Şehîd Berçem, canê xwe kirin qurban.”

‘Jina Kurd li dîjî xeta teslîmbûnê xeta berxwedanê hilbijart’

Ibtisam El Hisên wiha dirêjî da axiftina xwe:” Ji bo ku em mafê xwe wenda nekin û azadiya xwe misoger bikin, jinan saziyên xwe yên xweser (Kongreya STAR, Meclisa jinên ya Sûrî) ava kirin. Herwiha di tevahiya sazî û rêxistinên heyî de sîstema hevserokatiyê dan rûniştandin. Ji bo wê divê jin xwe nas bike. Eger xwe û têkoşîna bi hezarên salan ya li dijî sîstema serdest ya mêr nas neke, nikare têkoşînê bike û şoreşa xwe mayînde bike. Li dijî xeta teslîmbûnê, jina Kurd bi rêya Bêrîtan û Arîna xeta berxwedanê hilbijart. Jinên li Rojava êdî xwediyên partî û artêşê ne. Bi saya avakerê PKK’ê îro jina li Rojava xwedî maf e. Di berdêla van destkeftiyan de bi hezaran şehîd hatin dayîn û em jî heya dawiyê li ser pergala Rêber Apo wê li dû şopa van şehîdan bimeşin. ”