Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê berxwedana gel ya birêxistinkirî êrişkaran rawestîne

01/12/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Wê berxwedana gel ya birêxistinkirî êrişkaran rawestîne
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

 

Dewleta tirkî ragihandibû ku wê dest bi êrişa dagîrkeriyeke nû bike. Û diyar kiribûn ku amadekariya êrişê temam bûye. Em dizanin ku ji bo êrişê li benda zemanê guncaw in û ji bo wê dixebitin ku zemîn jê re amade bikin. Her ku ev gefxwarin ketin rojevê me jî her tim got, eger piştgiriya dewletên weke Amerîka û Rûsya nebe dewleta tirkî bi serê xwe nikare vê bike. Lewra tiştên heta niha bûyîn bi têra xwe vê nîşan didin. Eger Erdoganê faşîst bi Rûsya re li hev nekiribûya û qada hewayî nedabûya vekirin wê nikaribûya Efrînê dagîr bike. Serê Kaniyê û Girê Spî jî bi heman rengî ye. Eger Erdogan bi Trump re li hev nekiribûya û Amerîka qada hewayî venekiribûya nikariya vê dagîrkirinê pêk bîne. Weke din ji bo leşkerên wan nemirin bermayiyên DAIŞ, EL Qaîde û çeteyên din didin pêş û kuştin.

Tiştên niha jî dibin heman tişt e. Ji bo êrişê çeteyên ji Ereban, Asyaya Navî û ji deverên din kom kirîn bi kar tînin. Herêmên dagîrkirî jî bi destê van çeteyan tên girtin. Bêguman dema ev hêz bûn çete û ji bo Tirkan bûn hespê Truva nasnameya xwe ya siyasî û idîayên xwe winda kirin. Ji bo wê ti itibara wan nema. Li herêmên dagîrkirî bûn weke makîneyên sûc. Sûcên şer û qirkirina neteweyî bûn parçeyên ji jiyana rojane. Dema dewleta tirkî bi van kiryaran tê sûcdarkirin çeteyan nîşan dide. Çawa ku henekê xwe bi dinyayê bike dibêje emê wan darizînin. Ew çete bi serê xwe nikarin bikevin wan herêman. Ne ji wan herêman in. Gel wan qebûl nake. Yin ew anîn û kar bi wan didin kirin Tirk in. Ew çete bê agahiya dewleta tirkî nikarin gavê biavêjin. Şelandin, destdirêjî û koçberkirin tev parçeyên plan û polîtîkaya dewleta tirkî ne.

Dewleta tirkî li Qamişlo Yûsiv Gulo û du neviyên wî bi fûzeyan kuştin. Heman sûc li Eyn Îsa û Kobanê jî kirin. Qada hewayî ya Til Temir û Qamişlo di destê Amerîka, ya Kobanê û derdora wê jî di destê Rûsya de ye. Ev qadên hewayî yên di destê van dewletan de tên bikaranîn û komkujî tên kirin. Amerîka û Rûsya daxuyaniyeke şermezarkirinê jî nedan. Tê fêmkirin ku çavê xwe ji dewleta tirkî re girtine, yan jî li hev kirine.

 

Sedema ku em van tiştan dibêjin ew e ku ji bo bê fêmkirin ku gelên bakur-rojhilatê Sûriyê her tim di binê gef û xeterê de ne. Êrişa ser van herêman qet nesekinî. Dewleta tirkî û çeteyên wê bênavber herêma Minbic, Eyn Îsa, Til Temir, Şehba û Til Rifet bombebaran û topbaran dikin û êriş dikin. Gelên li herêmên xweser dijîn şahid û mexdûrên van kiryaran in. Ev gel bi derewên dewleta tirkî dizanin. Ji ber wê li hemberî Amerîka û Rûsya jî ku çavê xwe ji êrişan re digirin bibertek in.

Dewleta tirkî çima dest bi êrişa dagîrkeriyeke nû nekir, yan jî li paş dixe? Bi qasî ku tê fêmkirin piştgiriya lazim ji Amerîka û Rûsya negirtiye. Lê bazar dewam dike. Bi taybetî her tim dibêje ezê rêveberiyên xweser ji holê rakim. Rêveberiya Erdogan Tirkiye anî ber iflasê. Krîza aborî kûr bû. Dolar bênavber bilind dibe. Xizan pir dibin û enflasyon bilind dibe. Fatûreya aborî ya dagîrkeriya li Iraq û Sûriyê niha ji civak Tirk tê xwestin. Weke din êrişên leşkerî yên ser başûrê Kurdistanê bi ser neketin. Gerîla berxwedaneke dîrokî kir. Berxwdana Kurdan û gerîla û xweamadekirina Rojava ji bo şer Erdoganê faşîst sersem kir. Kûrbûna krîza aborî û qenaeta li derve ku wê Erdogan ji desthilatiyê bikeve, Erdogan xistine tengasiyeke mezin. Li hemberî daxwaziya mûaredeyê ya hilbijartên pêşwext li ber xwe dide. Lewra şansê wî yê bi serketinê nemaye.

Yên Erdogan û Bahçelî nas dikin dibêjin dibe ku dînîtiyekê bikin. Li Tirkiyê krîzeke kûr û piralî heye. Erdogan niha lavayê ji welatên erebî dike. Ji bo başkirina têkiliyan û bidestxistina çend milyar dolarî gav bi şûn ve avêt. Pereyên reş, bazirganiya tiryakê û rezîltiyên wî tev eşkere bûn. Ji bo nixumandina ser krîzê û bilindkirina şovenîzmê pêdiviya wî bi şerekî heye. Tê nîqaşkirin ku bi şer rojevê biguherînin, rêveberiya leşkerî yan rewşa awarte ragihînin û bi wî awayî hilbijartinê li paş bixin. Erdogan û Bahçelî ji bo kirina van xerabiyan amade ne. Ya ku pêşiya van xerabiyên wan bigire, planên wan yên tarî xerab bike hêza gel e. Ku gel bikeve tevgerê ti kes xwe li pêşiyê nagire. Erdogan û Bahçelî dikarinxwînê birijînin û zererê bidin gel. Heta niha ev pir kirin. Lê hatine dawiya rê. Ji bo wê, helwesta gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û xweamadekirina wan ji bo şer wê hilweşîna faşîzmê bileztir bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.