Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îrade destkeftî û hevkaran çêdike

01/12/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Îrade destkeftî û hevkaran çêdike
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ya serkêşiya Koalisyona Navdewletî ya li Dijî DAIŞ’ê dike, bi dehê caran e di asta herî jor de daxuyaniyan dide ku ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê ne û hevkariya wan ya bi QSD’ê re di vê çarçoveyê de pêk tê.

Bêguman ev helwest di gelek kesan de fikaran çêdike. Gelek caran dibêjin eger Amerîka ji Sûriyê vekşe wê rewşa herêmên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê bikeve xeterê. Wê dewleta tirkî êrîşî herêmê bike.

Niha di vir de ti guman nînin ku dewleta tirkî bi tevayiya hêza xwe di nava hewldanan de ye ji bo dawî li destkeftiyên Rêveberiya Xweswer ya bakur û rojhilatê Sûriyê bîne. Erdogan lê digere ku herêmê dagîr bike û tişta navê wê Kurd li herêmê nehêle. Lê ti carî divê neyê jibîrkirin di sala 2012’an de dewleta tirkî bi hevkariya Amerîka komên çete yên bi navê “Artêşa Azad” ava kirin û şandin ser herêmê.

Wê demê Amerîka jî û piraniya hêzên navneteweyî jî li gel wan bûn, lê dîsa jî di Serê Kaniyê de bi ked û berxwedana gelê Kurd û şervanên YPG/YPJ’ê êriş hatin şkandin û çeteyan derbên giran xwarin. Ez di vir de dixwazim bîr bixim ku vîna gelan û berxwedana xwe dispêra hêza gel, ji ber wê, wê ti kes nikaribe dawiya wê bîne.

Ev eger em dema derketina Cebhet El-Nusra û paşê DAIŞ bîr bixin, hêzên navdewletî hemû li gel dewleta tirkî û çeteyên wê bûn. Lê careke din jî şervanên azadiyê piraniya herêmê rizgar kirin û heta dawiyê parastina wê kirin. Bi vê yekê şervanên Kurd bala tevayiya cîhanê kişandin. Piştî DAIŞ bi fermana dewleta tirkî bajarê Mûsilê û herêmeke berfireh ji sûriyê û Iraqê dagîr kirin, gelek cureyên çekên giran bi dest xistin.

Di sala 2014’an de bi wan çekan êrişî bajarê Kobanê kirin û xwestin vîna gelê Kurd û şervanên wan di wir de bişkînin. Di vir de Amerîka û hêzên koalisyona navdewletî metirsiya çeteyên DAIŞ’ê feriq kirin. Bi taybetî piştî êrîşên DAIŞ’ê li welat Ewropa zêde bûn. Bi vê re vîn û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê hişt ku Amerîka di aliyê ezmanî de piştgiriyê bide berxwedana Kobanê. Ev piştgirî roj bi roj mezin bû. Piştî Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazorê û her wekî din ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Di vir de çima min pêwîstî pê dît ku van detayan bîr bixim? Berxwedan û îradeya şervanên bakur û rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd ku piştgiriya wî kir, hişt ku dewleta tirkî hevkarê xwe yê herî mezin, Amerîka winda bike. Li aliyê din jî hêza Kurdan ya her kesî şerê wê dikir, îro bi hevkariya Koalisyona Navdewletî tev digere. Ango di vir de gava herî mezin hat avêtin, ew jî eşkerekirina rûyê metirsîdar yê Erdogan bû.

Bêguman hevkarî û dengeyên siyasî di dosya Sûriyê de pir girîng in, lê nayê wê wateyê em her tiştî bi hêzên derve ve girê bidin. Divê gelên bakur û rojhilatê Sûriyê vê rastiyê baş bizanin, Amerîka jî niha di navbera hevkarên xwe yê sed salî dewleta tirkî û hevkarên xwe yên neçarî QSD’ê de diçe û tê.

Lê li gorî daxuyaniyên wan ew ji bo şerê DAIŞ’ê li Sûriyê ne. Tevgera DAIŞ’ê li Çolistana Dêrazorê û Reqayê pir zêde ye. Hema hema rojane êrîşên wan li dijî hêzên rêjîma Sûriyê hene. Di heman demê de şaneyên razayî yên DAIŞ’ê bi hêz tev digerin. Bûyerên kuştinê yên li kampa Holê û êrîşên li Dêrazorê vê yekê baş nîşan didin.

Di encamê de divê em baş bizanin, ya me bi ser bixe ne hevkariya me bi hêzên derve re ye, ya me bi ser dixe di serî de îradeya gelê me ye. Di heman demê de çiqas nakokî di navbera dewleta tirkî û hevkarên wê de çêbin, ewqas wê îradeya gelê me biencam be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.