Farûk Sakik
Di 5’ê Çilea sala 1998’an de li Almanya ciwanekî welatparêz yê bi navê Eser Altinok xwe şewitand. Di nava xebatên cîwanan de bû. Polîsên Alman bi dû wî ketin û ew kirin itirafkar. Piştî itirafkariya salên li dadgehan, poşman bû û agir berî bedena xwe da û dawî li jiyana xwe anî.
Beriya çalakiyê nameyek ji dayîka xwe re şandibû û di nameyê de wiha digot:
“PKK hiseke wisa ye ku carekê ket bedena mirovan, careke din dernakeve. PKK di ruhê min de weke tozek-misqalek mabû. Ew misqal rihê PKKê yê ku di hundirê min de mabû ez ji xiyanetê xilas kirim.”
PKK bi têkoşîna xwe di hundirê hemû Kurdan de bû ruhek. Ev ruh dibe sedem ku li qadên jiyanê mirov bi vî ruhî azadiya xwe bi dest bixin.
Piştî komploya navneteweyî Kurd ji bo vî ruhî biparêzin ketin nava hewldanan.
Hin kesayetên ku li gorî siyaseta dijmin tev digerin dibêjin; ‘Kurd çima di têkoşîna xwe de PKKê û Rêber Apo ji Kurdistan zêdetir derdixin pêş.”
Sedem: Dijmin dît ku pêvajoya azadiya Kurdistanê ya PKK’ê dayî destpêkirin nikare bide sekinandin, bi dû tinekirina PKK’ê û Rêber Apo ket. Eger PKK were tasfiyekirin wê pêşî li azadiyê jî were girtin. Eger PKK neyê tinekirin û misqalek jî ruhê PKK’ê bi Kurdan re bimîne, wê rojekê Kurdistan azad bibe.
Kurdan ev yek dît û wan jî ji bo van politikayên dijmin bêbandor bikin, ketin nava hewldanan. Dixwazin bi parastina PKK’ê azadiya Kurdistanê mîsoger bikin.
Bi salan êrişên eskerî û siyasî bê sekin dewam kirin, encam negirtin.
Li dijî Rêber Apo tecrîd pêk anîn, encam negirtin.
Di encamê de PKK 14 hikumetên Tirkiyê têk birin.
Îro desthilatdariya AKP’ê jî, bi têkoşîna PKKê û hêzên demokrasiyê li ber tinebûnê ye.
Di demeke wiha de, serokê mûxalefetê Kiliçdaroglu ku bi salan bêdeng bû û erkê xwe pêk nedianî, li ser navê dewletê peyva “Hev helalkirin” bi kar anî.
Kurd û dewleta tirkî wê çawa hev helal bikin. Ji bo helalkirinê dive her du aliyan li hemberî hev sûc kiribin.
Lê ne wisa ye. Bi tenê dewleta tirkî li hemberî Kurdan sucên dîrokî kirine. Kurdan bajarên Tirkiyê Afyon, Denizlî û Yozgat neroxandine, li herema Trakya li sînorê Balkanan 35 kesên kaçaxî dikirin nekuştine, li kolanên Enqerê zarokên Tirkan yên 13 salî bi 13 guleyan nekuştine, li Antalya xwezaya wan serûbin nekirine, li Çanakkale goristanên wan bombebaran nekirine, asîmîlasyon li ser çand û nasnemeya wan pêk neanine, zimanê wan qedexe nekirine, ji wan re negotine “hûnê teqez bibin Kurd”, ji bo ku ev pêk neanîne hin şoreşgerên Tirk derneketin li dijî Kurdan şer nekirin, Kurd jî ji bo bi ser nekevin ew şervan nekuştine û balafirên Kurdan çiyayê Uludag-Erciyes bombebaran nekirine.
Berevajiyê vê, dewleta tirkî ev sûc li hemberî Kurdan yek bi yek kirine.
Dema dewleta tirkî ya dagîrker bixwaze bi sûcên xwe re rûbirû bimîne, bila herin goristanên bapîrên xwe û bibêjin; “we çima li hemberî Kurdan ev sûc kirin û ji me re jî ev yek wek mîras hişt.” Dema ji goristanê vegeriyan wê demê wê helalkirin bikeve rojevê. Nexwe na…
Kurd baş dizanin hûn dîsa li dû lîstikên siyasî ne. Hûn li dû ne ku misqalek ruhê PKK’ê bi Kurdan re nemîne, da ku Kurd û Kurdistanê tine bikin.
Weke Eser Altinok gotî; Ew ruhê PKKê ku ket bedena mirovan êdî dernakeve. Eger yek misqal ji wî ruhî bi Kurdan re hebe ku heye jî, wê ji bo parastina PKK’ê û azadiya Rêber Apo têbikoşin.






