Gulîstan Xalid
PKK partiya jinan û gel e. Şoreşa Rojava jî şoreşa jinê ye. PDK û Tirkiye bi hev re êrişî tevgera azadiyê û vê şoreşê dikin. Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li
şûna êrişên Tirkiyê şermezar bike, helwestê diyar bike dibêje, divê gel xwe ji PKKê qut bike, yanî tam bi zimanê dijminê gelê Kurd diaxive. De baş e wê demê ji yên wiha em van pirsan bikin; Ma gel ji PKK’ê tê qutkirin? Ma PKK kî ye; ma yê tevlî PKKê bûne ne zarokên vî gelî ne? Ma PKK ji bo kê û çi rabûye; li hemberî çi derketiye? Gel bixwe dibêje, PKK gel e gel jî li vir e. Ev helwesta gel bixwe jî vê rastiyê îfade dike. PKK bûye gelê Kurd yê li her çar parçeyên kurdistanê, bûye gelê li derveyî welat, bûye gelê demokrat û azadîxwaz yê li cîhanê. Ma qey ev rastî nayê dîtin!….
PKK derbasî sala 44an ya têkoşînê dibe; têkoşîneke ewqes sal bi keç û xortên vî gelî ve hatiye dayîn. Ji gelê Tirk, Ereb, Çerkez, Alman, û hema bêje ji her neteweyî di nava PKKê de cihê xwe girtine, bûne milîtanên vê tevgerê û ji bo doza azadiya gelê Kurd têdikoşin. Ji ber ev ne tenê weke doza geleke hatiye bindest kirin e, Rêber Apo di rastiya pirsgirêka gelê Kurd ya azadiyê de rastiya sîstemê kapîtalîst, siyaseta mêtingeriya li ser gelan û hişmendiya zayendperestiya hezarê salan dahûrand û riya azadiya mirovatiyê di têkoşîna li hemberî van astengiyan de nîşan da. Ji lewma her kes xwedî lêgerê azadiyê û ji rastiyên sîstem ne rehet û di nava nakokiyan de dijî berê xwe da têkoşîna nava PKK û bi riya PKKê ku tê dayîn. Dibe ku kapasîteya pir kesan têra famkirina vê yekê neke, bi taybetî kesên ku bi desthilatdariyê re bûne yek û xemeke wan ya azadiya gel nebe zehmet e ku li rastiya PKKê û felsefeya PKKê weke heyî binerin. Dewleta tirkî jî dibe ku ev yek hîn fam nekiribe, an jî naxwaze fam bike ku PKK her dem li ber xwe daye û têkoşiyaye; êrîşên herî dawî yên dewleta tirkî yên ser herêmên medya jî ruxmî ku ewqes dijwar bûn; dîsa PKKê li ber xwe da û li gorî nûçeyên dawî dewleta tirkî ne çar bûye ku xwe ji hinek cihan vekşîne; yanî PKK îradeyek e ku ewqes sal xwe li ser piya hiştiye; ji niha û şûn ve jî ma mûmkin e ku têk biçe an teslîm bibe; ma êdî dewleta tirkî ev qet fam nekiriye ku ew bi êrîşên li ser PKê û gerîllayên têkoşîna azadiyê nikare pirsgirêka kurdî ya ku PKK ji bo wê derketiye çareser bike. PKK wê ti caran neqede, ji ber PKK gelê azadîxwaz e.






