Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ka biha ye, dest bi çandina giya kirin

05/07/2018
in Uncategorized
A A
Ka biha ye, dest bi çandina giya kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Li Wanê ji ber ku kîloya kayê bûye lîre û nîv, sewalvan ji bo heywanên xwe xweyî bikin dest bi dirûtina giya kirin.
Li Wanê û navçeyên wê, ji bo heywananên xwe sewalvanan dest bi dirûtina giya kir. Ji ber ku kîloya kayê bûye lîre û nîv, welatî hewl didin ku bi giyayê ku didirûn heywanên xwe xweyî bikin.
Şêniyên gundê Farixê yê girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, li quntarên Çiyayê Erekê dest bi dirûtina giya kirin. Jin û mêr tevde giyayê ku didirûn dikin qevd.
Îbrahîm Kiymaz, anî ziman ku kîloya kayê pir biha bûye. Kiymaz, bilêv kir ku wî ji bo heywanên xwe 10 donim giya daniye. Kiymaz diyar kir ku ew di Adar-Nîsanê de giya datînin, di Hezîran-Tîrmehê de jî diçinin. Kiymaz, da zanîn ku 20 dewarên wî hene û got: “Em zivistanê kayê ji Riha, Mêrdîn û Êlihê dikirrin. Zivistanê kîloya kayê dibe lîre û nîv. Ev der 10 donime, em datînin lê ancax hefteyê têra heywanên me dike. Li cihê ku ka biha be, sewalvanî anyê kirin. Lîtreya mazotê bûye 6 lîre, perçeyekî bîçerê 150 lîre ye. Em van giyayan davêjin patosê, dikin ka û paşê kapekê tev li nav dikin. Em dixwazin fiyetên ka û mazotê kêm bibin.” dedi.
Kiymaz, diyar kir ku fiyetê ka û mazotê tim biha dibe û got: “Ev der ziwa ye. Serê salê çi qas giha bi dest bikeve ew e. Em cara duduyan tu tiştî ji vî giyayî bi dest naxin. Karekî zehmet e, lê wekî din tu çareyek me tune ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.