HPG’ê diyar kir ku li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên li ser girê Lêlîkanê çalakiyek hatiye kirin.Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êvara 3’ê Tîrmehê saet 18:00’an li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê li leşkerên artêşa Tirk ên li ser girê Lêlîkanê hatiye xistin.Di daxuyaniyê de hate gotin, derbên giran li çeperên leşkeran hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.Navendê di dewama daxuyaniay xwe de li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk jî agahî da.Li gorî daxuyaniyê, 3’ê Tîrmehê saet navbera 14:00-14:30’î, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li herêma Basya ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê barandin.Şeva heman rojê saet 23:50’î jî balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li geliyê Aris-Faris ê li herêma Avaşînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.Navendê diyar kir ku ji ber bomberdûmana bi balafiran tiştek bi hêzên wan ên gerîla nehatiye.






