Hêzên Iraqê bi piştgiriya Hêzên Pêşmergeyan li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.
Berdevkê Ragihandina Ewlekariya Iraqê Yehya Resûl derbarê operasyonê de daxuyanî da û got, “Operasoyon bi navê ‘Tola Şehîdan’ hatiye destpêkirin û bi rêveberî û koordîneya Fermandariya Çalakiyên Hevbeş ku ji artêşa Iraq, Polîsên Federal, Destwerdana Lezgîn, Polîsên Selehedîn û Diyala, Hêzên Pêşmerge û Hêzên Koalîsyona Navdewletî pêk tê, wê bi rêve biçe.” Resûl destnîşan kir ku armanca operasyonê paqijkirina herêmên rojhilatê riya Diyala- Kerkûk e.”
Operasyon wekî bersivdayîna qetilkirina dîlgirtiyên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ku di hefteya derbasbûyî de cenazeyên wan li ser riya Bexda- Kerkûkê hatiye destpêkirin e.
Posta çûyî
Posta tê