Rojnameya Ronahî

Bi hatina zivistanê re koçberên Serê Kaniyê êş û azarên mezin dikişînin

Koçberên Serê Kaniyê yên li kampan dimînin piştî ku erdê wan ji aliyê artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ve hat dagîrkirin û rêxistinên mirovî yên navneteweyî di pêkanîna erkên xwe de têk çûn, bi hatina zivistanê re wê bi êş û azarên mezin re rûbirû bimînin.

 

Bi hatina zivistanê re bi şert û mercên giran ên avhewaya hişk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êşên koçberên ku ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmên xwe koçber bûne, zêde dibin.

Jina koçber a ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî Nalîn Izo ku li kampa Waşokanî dimîne, rewşa xwe ya bi hatina zivistanê re ji ajansa me re wiha xuya kir: “Di zivistanê de pêwîstiya me bi gelek pêdiviyan heye, wekî çadirên ku me ji sermayê biparêzin. Weke hûn dibînin jî tenê konên me yên kevn hene, ne alavên me yên germkirinê hene, ne jî cilên me yên zivistanê yên zarok, jin û mêran hene.”

Nalîn Izo rexne li rêxistinan kir ku alîkariya koçberan nakin û got: “Rêxistin bêyî ku pêdiviyên bingehîn ji me re peyda bikin, serdana me dikin, tenê hin pêdiviyên paqijiyê didin me.” Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya pêwîst ji koçberên Serêkaniyê re peyda bikin.

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de li ser herêma Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran şênî neçar man koçber bibin.

Zêdetirî 80 dibistanên li bajarê Hesekê veguherîn navendên koçberan, ev yek bû sedem ku pêvajoya xwendinê were rawestandin. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser neçar ma ku kampan ava bike.

Koçberên Serêkaniyê îro di kampên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine avakirin de dimînin. Kampa Waşokanî ku di Mijdara 2019’an de li bajarokê Tiwênê hat vekirin nêzî 15 hezar koçber tê de dimînin, kampa Serêkaniyê ku di 16’ê Tebaxa 2020’an de li taxa El-Telaê li rojhilatê Hesekê hate vekirin jî 11 hezar û 895 koçber tê de dimînin.

Helîma Sîno ku li kampa Waşokanî dimîne jî wiha got: “Ev du sal in em di bin vî konê xirab de dijîn, heta niha ev kon nehatiye guhertin. Bi hatina zivistanê re ne mumkîn e ku di bin wê de bimînin, ji ber ku me ne ji baranê ne jî ji sermaya dijwar diparêze.”

Koçberê ji bajarê Serêkaniyê Mihemed Xidêr ku niha li kampa Waşokanî dimîne, diyar kir ku rêxistinên mirovî tu alîkarî ji koçberan re pêşkêş nekirine.

Mihemed Xidêr bal kişand ser rolnelîstina van rêxistinan û diyar kir ku divê berpirsyariyên xwe li hember koçberên li kampan pêk bînin û alîkariyê pêşkêş bikin.

Yek ji rêveberên kampa Waşokanî Berzan Ebdullah diyar kir ku koçberên li kampê dimînin ji bo demsala zivistanê pêwîstiya wan bi gelek pêdiviyan wekî kon, betanî û cilên zivistanê hene.

Her wiha da zanîn ku rêxistinên mirovî û navneteweyî ji bo alîkariya koçberên Serêkaniyê yên di kampên Waşokanî û Serêkaniyê de dimînin, alîkariyan pêşkêş nakin, lê belê ji bo kompên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wekî kampên ku malbatên DAIŞ`ê tê de dimînin, gelek alîkariyan pêşkêş dikin.

Ebdullah da zanîn ku rêxistinên navneteweyî yên mirovî ji ber negirtina erêkirina wan ji welatên ku piştevaniya wan dikin, erkên xwe bicih neanîn.

Ebdullah bang li rêxistinên navneteweyî kir ku erkên xwe li hember koçberan bi cih bînin û pêdiviyên wan peyda bikin da ku êş û azarên wan sivik bibin.

Derbarê êş û azarên şêniyan de, berpirsê Nivîsgeha Karûbarên Penaber û Koçberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed jî wiha got: “Rêxistinên ku li kampên Serêkaniyê û Girê Spî yên koçberan kar dikin, rêxistinên herêmî ne, derfetên wan kêm in û têrê nakin.”

Li gorî Şêxmûs, derfetên kêm ên komeleyên herêmî her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêdiviyên koçberên li kampan peyda nakin. Şêxmûs sedema vê yekê bi girtina deriyê Til Koçer ve girê da.

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser, komele û rêxistinên herêmî yên li herêmê dixebitin bername û plansazî amade kirine, da ku pêdiviyên koçberan heta astekê pêk bînin û dijwariyên heyî sivik bikin.

`NETEWEYÊN YEKBÛYÎ PÊDIVIYÊN KOÇBERAN PÊK NAYNIN`

Şêxmûs Ehmed da zanîn ku NY bi nûnerên xwe re civînek çêkir, lê mixabin bersiva xwestekên koçberan ji civînê derneket û heta niha tu bersiv nehatiye dayîn û alîkarî nehatiye pêşkêşkirin.

Li gorî berpirsê Nivîsgeha Penaber û Koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku  sedema sereke ya nûnerên rêxistinên navneteweyî û mirovî di kampên koçberên Serêkaniyê û Girê Spî de ku bi erkên xwe ranabin, xemsariya Netewên Yekbûyî ye ku erka wê ya sereke piştgirîdayîna penaber û koçberan e.

Şêxmûs Ehmed di dawiyê de diyar kir ku rêxistinên navneteweyî yên li herêmê tenê piştevaniya derûnî pêşkêş dikin. Şêxmûs careke din bang li rêxistinên navneteweyî û Netewên Yekbûyî kir ku piştgiriya koçberên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û deriyê Til Koçer ji nû ve vekin.

ANHA