Rojnameya Ronahî

Malbatên şehîdan diyar kirin ku wê heta dawiyê li ser şpoa şehîdên xwe bin

Navenda Nûçayan

Meclisa Malbatên Şehîdan di konferansa xwe de rola şehîdan ya di parastina ewleyî û aramiya herêmê de û eşkerekirina lîstikên dagîrkeriya tirkî yên li herêmê nirxandin.

Bi dirûşma `Bi şerê gelê şoreşgerî emê dagîrkerî û faşîzma dewleta tirkî ya dagîrker têk bibin` 20ê Mijdarê Konferansa Malbatê Şehîdan hat lidarxistin. Di konferansê de nirxandinên girîng hatin kirin û rola şehîdan ya di parastina welat û destkeftiyên şoreşê de hatin nirxandin. Herwiha gotin, emê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bin û diyar kirin ku konê çalakiyê yê li Sêmalka wê heta radestkirina şehîdan dewam bike.

Derbarê mijarê de Ebdilkerîm Saroxan diyar kir ku bi saya têkoşîna şehîdan gelê bakur û rojhilatê Sûriyê heta niha li ser piyan e. Moral û têkoşîna gel bi nirxê şehîdan in. Şehîd bingeh, paşroj, hebûn û rûmeta gelan in. Bi van gotinana em nikarin şehadetê binirxînin. Çimkî ti gotin têra nirxandina şehadetê nakin.

Ebdilkerîm da zanîn ku ti carî şehîdên xwe ji bîr nakin û daxwaziya radestkirina bedenên gerîleyên li Xelîfanê şehîd bûyîn kir û wiha axivî: “Gelê Kurd bi hezaran şehîd dane û li himberî dijmin têkoşîn kirin. Lê cihê mixabinî û şermê ye ku şerê navxweyî di nava Kurdan de derkeve. Mixabin PDK nûnertiya dewleta tirkî ya faşîst dike û di destê wê de bûye lîstikek. Dihêle ku bira bira şehîd bixe. ”

Ebdilkerîm diyar kir ku PDK siyaseteke qirêj dimeşîne û axaftina xwe wiha domand” :PDK li dijî berjewendiyên gelê Kurd dixebite. Di warê yekîtiya Kurdî de ti carî xebat nekiriye. Sedema radestnekirina bedenên şehîdan jî ew e ku naxwazin siyastea xwe ya qirêj ka çawa li dijî gerîleyan êriş dikin diyar bibe. Her kes dizane ku hevalên me bi çekên kîmyayî şehîd bûne. Herwiha biryara radestnekirinê jî ji aliyê dewleta tirkî ve hatiye dayîn. PDKê sûceke mezin kiriye û hê jî van sûcan dike. Ev ne cara yekê ye ku li dijê Tevgera Azadiyê şer dikin. Siyaseta wan dikeve xizmeta dewleta tirkî ya dagîrker.”

Têkildarî kiryarên çeteyên roj jî Ebdilkerîm ev nirxandin kir: “Mixabin wan çeteyan navê Pêşmergeyên Roj li xwe kiriye. Em nikarin ji wan re bêjin pêşmerge, çimkî navê pêşmerge navekî dîrokî û birûmet e, ew çeteyên roj in. Ev kesên çeteyên dewleta tirk in, li pêş wan dimeşin bombeyan radikin, di xizmeta wan de ne. Dewleta Tirkan bixwe wan perwerde dike û mûçeyên wan dide. Eger rast Pêşmergeyên Roj bûna wê li ser sînor û di hundirê Rojava de bûna. Lê çûna Herêmên Parastina Medya ku ne erkê wan e nîşan dide ku ew jî çeteyê Tirkan in. Mixabin xortên Rojava ne û ketine lîstoka dewleta tirkî. Hêviya min ew e ku dev ji wan berdin û vegerin xaka xwe biparêzên. Herwiha heta dawiyê emê doza şehîdên xwe biparêzin. Ala ku şehîdan bilind kiriye, em nahêlin bikeve, emê jî bilind bikin. Heta ku em bedenên şehîdên xwe nestînini wê çalakiya me raneweste.”