Rojnameya Ronahî

Divê ketina rewşa koçberiyê neyê qebûlkirin

Zekî Bedran

Gelê Kurd di binê êrişeke bisîstem de ye û ev êriş piralî ne. Kurdistan di bi sererd û binerdê xwe  ve weletakî pir dewlemend e. Lê Kurd li vî welatê dewlemend di nava zor û xizaniyê de ne. Li Ser Kurdan zordarî û asîmîlasyoneke bênavber heye. Valakirina Kurdistanê ji Kurdan ji ‘Plana Islahkirina Şerqê’ ya 1926an ve pêk tê. Niha ji her demê pirtir valakirina Kurdistanê di rojevê de ye.

Di rojên dawî de li ser sînorê Belarûs bi hezaran koçber dixebitin derbasî Polonya bibin. Armanca wan çûna Ewropa ye. Di ragihandinê de gelek nûçeyên li se rkrîza koçberan û êşa dikişînin tê dayîn. Tê gotin piraniya van koçberan ji başûr û rojavayê Kurdistanê ne. Koçber bi hezaran dolaran didin bazirganên miriovan heta wan digihînin ser wan sînoran.

Dewleta tirkî dema li Kurdistanê seferên komkujî zordariyê dikirin, yên mayîn jî bi darê zorê didan koçberkirin. Koçberkirin jî parçeyek ji komkujî û tinekirinê bû. Lewra digel zordarî û wêkankirinê Kurdan dev ji welatê xwe bernedida. Yên li ser erdê xwe diman di demeke kurt de birînên xwe dikewandin hebûna xwe ya çandî didomandin. Lê yên koçberî Anatolya dibûn asîmîlekirina wan hêsan dibû. Yên hatîn koçberkirin ku bi hev re bûna dixebitiyan ku hebûn, ziman û çanda xwe biparêzin. Ji bo wê li gorî qanûnên koçberiyê deverên Kurd dibiranê diviya jimara Kurdan ji sedî pêncan derbas nebe. Dema hin bixwazin gelekî ji holê rakin pêşî divê ji koka wan yanî erdê wan bên qutkirin. Erd çavkaniya afirandina hebûn, çand, tecrûbe û nasnameyê ye. Erd ne parçeyak zevî tenê ye.

Yek sedema herî mezin ku îro felaketên mezin tên serê Filistîniyan ew e ku derxistina ji erdê wan e. Berî avabûna dewleta Israîlê bi awayekî girseyî Filistînî ji welatê xwe derketin. Dema hin komên Cihûyan êrişî gundên Filistîniyan dikirin pir bi hêsanî Filistîniyan dikariya wan bêbandor bikin. Wê demê dewletên Ereban jî piştgiriyeke baş nedan. Filistînî jî bê rêxistin bûn. Ji ber wê berî ku êriş were ser wan di nava wê gengeşeyê de bi hezaran dev ji welatê xwe berda û reviyan. Koçberiya bi sedhezaran ya Filistîniyan ya ber bi Lubnan û Urdunê vê wisa dest pê kir. Wê demê hê dewlet û artêşa Israîlê tinebûn jî. Koçberiyê birîneke wisa vekir ku hê jî Filistîniyan ew birîn nekewandiye.

Kur bi erdê xwe ve girêdayî ne. JI Osmaniyan heta dema Komarê digel ewqas komkujî û wêrankariyê Kurdan dev ji warê xwe berneda. Nereviyan û koçberî qebûl nekirin. Yên ji ber komkujiyan reviyayîn jî ji bo demekê çûn û ku firset dîtin vegeriyan. Di komkujiya Dêrsim, Şêx Seîd û yên din de yên hatîn koçberkirin, dema qanûna efûyê derket yan derfet dîtin di cî de vegerian ser warê xwe. Ji ber ku kapîtalîzm pêş neketibû zêde nediçûn bajaran. Niha rewş cuda ye. Li Tirkiyê hema hema nîvê Kurdan li bajarên li metropolên Tirkan dijîn. Bi taybetî ev di dema Turgut Ozal de ev pêş ket. Salên 1990î bi hezaran gund hatin valakirin û koçberiyê dest pê kir.

Dibêjin 72 ferman hatine serê Êzîdiyan. Digel van komkujiyan Êzîdiyan dev ji warê xwe bernedan. Ji ber wê baweriya xwe, ziman û çanda xwe parastin. Lê niha rewş hatiye guhertin. Bi êrişa DAIŞê re koçberiya Êzîdiyan pir bû. Jixwe ji ber zordariya faşîzma Tirkan gelek Êzîdî çûbûn Ewropa. Niha jimara wan ya li Ewropa ji jimara yên li welat mayîn pirtir e. Ji bo Êzdatiyê ev xetera herî mezin e. Reva ber bi Ewropa ve ne rizgarî ye. Tersê wê li wir bişaftin û helîn heye. Di nav zor û xizaniy de be jî yên li welat mayîn enceq bikarin Êzdatiyê biparêzin. Ji başûrê Kurdistanê bi taybetî ciwan dev ji welat berdidin û direvin Ewropa. Bêguman di van sedeman de polîtîkya yên Başûr bi rê ve dibin, çavkaniyên wê ji bo gel bi kar naynin û xizanî hene. Lê digel wê divê gel dev ji welatê xwe bernede. Ewropiyan welatên xwe ne ji bo biyaniyan ava kirine. Koçberên diçin jî wê wan di nava sîstema xwe de bihelînin. Weke din divê her kes vê bizane ku her jiyan bedeleke wê heye. Tuyê li Ewropa ji çand û derdora xwe ya xwezayî qut bibî. Jiyaneke wisa ewqas jî ne hêsan e.

Rojava şoreşek kir. Divê ciwanên Rojava vê şoreşê biparêzin. Em çima li Ewropa li azadî û demokrasiyê digerin? Em çima li welatê xwe ava nakin û pêş naxin. Eger em li welatekî xweş digerin û dixwazin wisa bijîn em welatê xwe xweş bikin. Dibe ku li Ewropa em bibin xwediyên çend ewroyan, lê em welatekî azad bi dest naxin.

Sedema bingehî ku Kurd ji dîrokê ranebûne û dijminên wan bi ser neketine, girêdana wan ya bi welatê wan ve ye. Tu gelekî ji welatê wî derxî tu ji koka wî qut dikî. Yên ji koka xwe qut bibin wê hişk bibin û şansê xwe yê jiyanê winda bikin. Dem ne dema reva ji welat û koçberiyê ye. Dem ew dem e ku em şoreşê bi rêxistin bikin, rayên xwe berdên erdê wê û lîstikên dagîrkeran xerab bikin.