Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çêkirina firinê li ber bidawîbûnê ye

05/07/2018
in Uncategorized
A A
Çêkirina firinê li ber bidawîbûnê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Xebatên pêşxistina projeyên aborî û debara jiyana welatiyan li rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Ji bo welatiya li gor derfetan projeyên xebat û her wiha pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanî yên rojane tên pêşxistin. Li Girkê Legê firineke nan ya ku wê rojê 12 ton nan derxîne tê amade kirin. Dest bi projeya çêkirina firinê hatiye kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê bi hevkariya Yekitiya Kooperatîfan a kantona Cizîrê projeya “Firina Malbatên Şehîdan” bi lêçûneke 40 milyon lîrayên Sûriyê û bi rojane 12 ton nan wê derxîne.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi hevkariya Yekitiya Kooperatîfan a Kantona Cizîrê projeya avakirina firineke otomatîk pêk tîne û tê payîn proje di demeke nêzîk de bi dawî bibe. Proje bi beşdarbûna 270 kesan pêk tê.
Projeya Firina Malbatên Şehîdan kooperatîfeke taybet a malbatên şehîdan ên navçeya Girkê Legê ye. Piştî ku lêkolînkirina projeyê ji aliyê Yekitiya Kooperatîfan ve hate bidawîkirin, kooperatîfê navên beşdaran qeyd kirin û hejmara wan gihaşt 270 kesan. Rêjeya malbatên şehîdan di kooperatîfê de bi qasî ji sedî 80 ye û ji sedî 20 jî ji welatiyên din re ye.
Niha proje tê payîn di demeke nêz de bi dawî bibe. Li gorî rêveberan Firinê lêçûna projeyê 40 milyon lîrayên Sûriyê ye û tê payîn ku rojane 12 ton nan derxe.
Armanca kooperatîfê xurtkirina aboriya xweser a malbatên şehîdan û peydakirina nan ji herêmê re ye
Rêveberên projeyê diyar kirin ku armanca sereke ya projeya kooperatîfa firina malbatên şehîdan ew e ku aboriya xweser a malbatên şehîdan xurt bike û nan ji herêmê re peyda bike.
Girêdayî mijarê endamê rêveberiya projeyê Celhûd Mirhî diyar kir ku pêdiviya navçeya Girkê Legê bi firineke mezin heye da ku welatiyên herêmê karibin bi hêsanî nan peyda bikin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.