Ahmet Aktaş
Gotin û têgeha lêborînê, ne neyînî ye, erênî ye. Lê kes û saziyên vê peyvê bi kar tînin kî ne? Ya girîng ev e.
Ev peyv, ji aliyê serokê partiya Ataturk CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ve hatiye gotin û têra xwe rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê dagirtiye.
Ev partî û rêberên wê yên yekemîn û duwemîn û hwd.hemû tên naskirin ku dewleta Tirka çawa û li ser çi zihniyetê ava kirine. Kurt kurmancî em bêjin, li ser tunekirin û qirkirina gelên ne tirk û baweriyên ne misilmanê mezhebê henêfî hatiye damezrandin. Bi gotinek hîn zelaltir, li ser jenosîda Ermeniyan, Rûman, Pontûsan, Lazan, Asûri-Suryaniyan, Êzîdiyan, Elewiyan û hwd.hatiye ava kirin. An jî bi rêya bişaftin/asimile kirinê, heta ku karibû hijmarek berbiçav ji van pêkhateyan jî kirin tirk û ew projeya netew-dewlet a tirka misoger kirin.
Îca weke tê zanîn ji Kemalê ewil(Ataturk) heta yê dawî Kemalê Kiliçdaroglu û divê xayinê mezin Ismetê Ker jî neyê jibîr kirin, heta roja îro hamû li ser vê zihniyeta dujminkarane ya gelên Kurdistanê meşiyane. Hemûyan nijadperestiya tirkîtiyê parastine û ew dirûşma “yek welat, yek milet, yek û yek û yek” qiriyan e. Lewma Kurdistanî mafdar e bi gûman nêzî gotinên wan bibin.
Di vê mijara nijadperestiya tirkitiyê û dujminatiya Kurdistaniyê de, ti cudahî di nava AKP-MHP û CHP-IYI partî de nîne. Dibe ku şekli hinek cudahiyên wan ji hevdu hebin. Mînak, AKP-MHP tund êrîş dike her çar parçeyan, heta êrîşî derveyî welat jî dike. Jixwe dibêjin “yek ji wan li kuderê hebe emê bidin ser pişta wan heta ku em bikûjin”!
CHP-IYI partî, li dijî vê şêwazê dernakevin, tenê bi tundî na qîrin, belê carcaran ew jî êrîşî Qendilê dikin! Lê dibejin “em û devwletên mêtinger Suriye, Îran û Iraq bi hev re wê zihniyet û siyaseta qirker bidin meşandin, ji bo me baştıre û em ê zêdetir sûdê jê werbigrin”!
Heke ji vî alî ve mirov bala xwe bidê, ma gelo şêwazê siyaseta CHP-IYI partî ne xetertir e?
Lewma divê partiyên siyasetê didin meşandin, bêhtir bi hişyarî û piralî hizir bikin û li goreyî wê amadekariyên xwe çêkin. Li vira kar gelek dikeve ser milê HDP’ê. Her çendîn li gel HDP’ê bi tirs tevdigerin û danstandinek ji dil nayê dîtin jî, divê her gotinek balkêş derket pêş an bi navê dostayê dest hat dirêjkirin, mirov ji despêkê ve nerînî bersîvê nede.
Le gel ku tê gotin “li cem Osmaniyan lîsk û fêlbazî gelek in”, dîsa jî mirov bala xwe bide her pêşhateyan, pêşniyazan û hwd.bi nirxîne, şerd û mercan li ber çavan re derbas bike, baştir nas bike û divê paşê biryara şêwazê bersîvê were dayîn.
Her çendîn gotina wî ya dibêje “em li hev helal bikin” olî be jî, êdî di nava gel de bûye weke çandeke ji rêzê. Lê ya rast divê rûberû bûn pêkwere û herkes li gunehê xwe mikur were û paşê lêborîn were xwestin.
Di zimanê tevgêrên şoreşgerî de, ji bo vê peyva ku li gunehê xwe mikûrhatinê re tê gotin; xwerexnekirin/neqtizatî. Piştî lixwe mikûrhatinê, lêborîn tê xwestin.
Lê ya herî giring, gelo vê partiya damezrêner û xwedanê dewletê CHP’ê, ew ê karibe ewqas sûc û gunehên giran ên dewleta wan ku li dijî gelê Kurdistanê kiriye li xwe mikûr bên? Ev pirs û bersîva wê pir giring e!
Ka jibo sûcên dewleta xwe ku li ROJAVA nuha her roj pêktîne, ma gelo tu yek gotinê dikî? Te heyeta xwe şand Bexda-Hewlêrê û tu yê bişîne Şamê û Tehranê jî, gelo tu yê kengî bişîne Qamışlo?






